متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English
Rapor: Arya Hacî
Wergerandina bo Kurdî: Etiya Hesen
Rêxistina NEXTEP dawî rûniştina xwe ya danûstendinê di çarçoveya projeya “Dergehê Danûstendinê” li dar xist, ya ku tê de girîngtirîn derfet û
zehmetiyên li pêşiya geşepêdana aborî li Bakur û Rojhilatî Sûriyê hatine gotûbêjkirin, ev yek bi tevlîbûna akademîsyen û nûnerên saziyên pêwendîdar ên rêveberiya xweser li bakur û rojhilatî Sûriyê û xwediyê projeyên aborî li herêmê, bi rê ve çû, ew jî di dîroka 19 /11 /2022 li baregeha rêxistinê li bajarê Qamişlo.

Danûstendin libarê rewşa geşepêdana aborî li Bakur û Rojhilatî Sûriyê dest pê kir, hin ji beşdaran dîtin ku jibo gotûbêjkirina rewşa geşepêdana aborî, pêwîstî bi hebûna nîşanan heye, û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmar, lîste, amarên rasteqîne bo berhemên xwecihî, û mûçeyên mirovî, û amarên din ên ku dê rastiya aboriya herêmê bide naskirin. Herwiha û ji hêleke din ve, rêveberiya xweser ti stratejî û planên zelal ne danîne jibo birêveçûna operasyona aborî li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, ku bû sedema têkçûna hejmarel pirojeyên aborî yên ku di demeke kurt de hatin destpêkirin mîna kopratîvan.
Beşdaran herwiha, amaje bi wê yekê kirin ku di dema berê de hikûmeta Sûriyê bi kirîna hemû çavkaniyên pêwîst, dayîna deynan û pêşkêşkirina peyînan, piştgiriya cotkaran dikir, lê niha ev piștgirî li herêmê peyda nabe, herwiha, bingeha rast ya geşepêdana aborî ew e ku berhem bi şêweyekî kombûyî were encamdan, ew jî jibo pêkanîna domdar e, lê tiştê ku li bakûr û rojhilatî Sûriyê çêdibe destpêka jidestdana çavkaniyên heyî û pêşveçûnên ku berê hatibûn bidest xistin.

Nêrîneke din di vê derbarê de hebû, hin ji beşdaran dîtin ku geşepêdana aborî bi rewşa aramiyê ve girêdayî ye, û bandoreke neyînî li ser dibe eger rewşa sîyasî û ewlekarî ne aram be. Herwiha, herêma bakûr û rojhilatş Sûriyê bo zêdekirina geşepêdana aborî, dewlemendî çavkaniyên pêwîst e, çi di warê çandiyê de be, an jî di warê petrolê de be, jiber ku li herêmê 2000 bîrên petrol û Xazê hene, lê pêwîstî bi piştevanîya navnetewî û hebûna saziyên ku van çavkaniyan birêkûpêk veberhênan bikin, heye.
Di beșê duyem ji rûniştinê de, girîngtirîn zehmetî û astengîyên ku li pêş pêşketina geşepêdana aborî li herêmê hatine gotûbêjkirin, ev yek di çend xalan de hatine komkirin, destpêk ji tunebûna diravgehan bo piştgiriya warên aborî û çandinî û bazirganiyê, herwiha, gumrikên li ser çavkaniyên bingehîn bêyî spartina li lêkolînan, ku nirxên gumrikan ji nirxên çavkaniyan zêdetirin, ev yek di milê ne aktîva saziyên rêveberiya xweser ên ku nûnertîya warên bazirganî û aboriyê dikin, û tunebûna gelek ji wan, tevlî ne wekheviya di navbera mûçeyan û jêhatîbûnên pêwîst ji bo pêşxistina aboriya herêmê di saziyên rêveberiya xweser de.
Herwiha, girîngtirîn zehmetiyên ew e, gefên derveyî û ne aramiya ewlekarî li herêmê, di milê belavbûna gendeliyê di gelek saziyên rêveberiya xweser de, û tunebûna yasayên ku geşepêdana aborî kontrol û birêkûpêk dikin, mîna yasaya berhemînanê û yasaya karkeran, jiber ku ti berhemîner dê projeyekê bêyî dabîneke yasayî pêk neyîne, li gorî nêrînên beşdaran.
Ji hêleke din ve, û libarê derfetên gihaştina bo geşepêdana aborî, beşdaran tekez kirin ku çavkaniyên aborî yên girîng hene, lê pêwîstî bi şêwazekî aborî heye, herwiha, pêwîste rûbirûbûna yekdestdariyê bê kirin, bi rêya peydakirina derfetên wekhev ji her kesî re, li aliyekî din jî pêwîstş bi zelaliyekê heye bo gihaştina lêkolîn û lîsteyan heye bo pêkanîna projeyên abor, ev yek di milê pêwîstiya bi pejirandineke fermî ji rêveberîya xweser re, di milê ne têkildarî û yekdestdariya projeyan ji hêla wê ve.
Di dawiya rûniștinê de, beşdaran hin pêşniyarên ji bo gihaştina çareseriyên ji bo zêdekirina geşepêdana aborî li herêmê pêşniyar kirin ji wan, pêwîstiya bi karekî sazeyî û rêxistinkirî bitaybetî di warê çandiyê û çavkaniyên petrolê de, tevlî pêwîstiya herêmê ji navendên lêkolînê û plansaziyê re, herwiha, pêwîstiya bi çalakkirina rola ragihandina geşepêdanê, û rawestandina li hemberî bêkarîyê û peydakirina derfetan li pêşiya semayan jibo veberhênanê li herêmê.
Herwiha, pêwîstî bi destnîşankirina nasnameya aborî ya herêmê ji hêla rêveberiya xweser ve heye, û pêwîstî bi bicihkirina yasayên birêkûpêkkirina pêvajoya aborî, û pêkanîna hevsengî û wekheviya di navbera asta pisporî û dahata darayî de, û ya herî girîng zêdekirina piştgirtina bo warê çandiniyê û veberhênana pisporiya ciwanan li herêmê.
Û bi dawîkirina vê rûniştinê re, rista rûniștinên danûstandinê yên ku rêxistina NEXTEP lidarxistibûn bi dawî dibe, di çarçoveya “Dergehê Danûstendinê” de bi hevkariya rêxistina NVNV ya Ferensî, bi armanca naskirina zehmetî û derfetên geşepêdanê û avakirina aştiyê li bakur û rojhilatî Sûriyê, û gihiştina ber bi pêşiniyarên alîkar di bikaranîna van derfetan û bi dawîkirina zehmetiyan de.

