متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English
Rapor: Zozan Hesen
Wergerandina bo Kurdî: Sîmav Hesen
Di çarçoveya keda wê bo pêkanîna pirojeyên berhemdayîna avê li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, rêxistina NEXTEP rûniştineke danûstendinê bi beşdariya deh pisporên aliyên girêdayî bi berhemdayîna avê ve, li navenda xwe di 18/02/2023 de, lidarxist.
Rûniştin bi gotûbêjkirina rewşa avê li Bakur û Rojhilatî Sûriyê dest pê kir, beşdaran jî diyar kirin ku sedemên siyasî ava deverê kêm kirin, destpêk ji qedexekirina kolandina bîran ta bi 15 kîlometran li deverên ser sînorê Tirkiyê, ta bi avakirina çend bendavan li Tirkiyê, ku bûn sedema kêmbûna rêjeya ava Feratê li Sûriyê, herwiha, kontrolkirina jêderên avê li Serê kaniyê, ji hêla hêzên Sûrî yên bi ser Tirkiyê ve.
Beşdaran amaje kirin bi giringiya parastina ava serveyî, ya ku pir lawaz bûye, û weheye pirojeyên berhemdayîna avê rêjeya wê zêde bike, lê bi rêyên nûjen.
Di beşê duyem de, vîdiyoyek bo beşdaran hatibû amadekjirin, libarê bizava Racistanê di pêkanîna pirojeyên berhemdayîna avê, Li dû wê, beşdaran zehöetiyên pêkanîna pirojeyên weha û çawaniya zorbirina wan, gotûbêj kirin.
Di serî de, pêwstî bi têgehkirina civakî heye libarê bikaranîna avê, herwiha, pêwîstiya bi xwendinên taybet bi erdnîgariya deverê, bi armanca destnîşankirina deverên herî baş ji van pirojeyan re, tevlî giringiya bidawîkirina kolana bîrên serveyî, yên ku ava hundirîn kêm dikin.
Di beşê dawî ji rûniştinê de, beşdaran teknîkên nûjen bo pêkanîna pirojeyên berhemdayîna avê bi şêweyên herî baş, gotûbêj kirin, herwiha, çawaniya pêkanîna wan, û aliyên têkildar bi wan.
Hejmarek nerîn derketin, ji nav wan, cudabûna pêwîstiya deverên herêmê ji avê re, li gor xwezaya wan, wekû mînak, deverên ku avdir li wan peyda dibin, pêwîstiya wan bi bendavên axî hene, lê deverên din yên pêwîstiya wan bi avdana daçandinan heye, bi avhilmijan pêwstin, tev bikaranîna rêyên nûjen di avdanê de de, mîna pirzûk û çilpikandin.
Herwiha, weheye hin deverên mîna gundê Hirim Şêxo li gundewarê bajarê Qamişlo, bi pirojeyên çêkirina golên biçûk, bêne armanckirin, bo sûdwergirtina ji ava wan di avdana zeviyên gundên ji wan nêz.
Beşdaran hin xal pêşiniyar kirin bo jinûavakirina vê çandê, û başkirina rewşa avê li deverê, di nav de, veqetandina ava baranê ji toreyên karêzan, bo girtina sûdeyeke mezin ji ava baranê, di milê kolandina bîran li deverên deştî, û danîna xezaneyên mezin, û nixumandina golên hundirîn bo kêmkirina hilkelîna avê, tevlî çewsandina pehneyçn avê bo çandina rûberên kesk, da ku rewşa bejayê were guhertin ji hêlekê ve, û geştiyarî zêde bibe ji hêleke din ve.
Tê zanin ku rêxistina NEXTEP di çarçoveya “koma avê bo Rojava” (Water for Rojava) kar dike, ev kom ji rêxistin û kesayetiyên xwecihî û nêvdewletî pêk tê, û bo pêreçûna yek ji encamên komcivîna nêvdewletî ya avê li Bakur û Rojhilaî Sûriyê, hatiye damezrandin, ew encam xwendina karîna pêkanîna pirojeyên berhemdayina avê ye, bo bidawîkirina bandorên neyînî yên kirîza avê ya ku ji çend salan ve li deverê rû da ye, û ev rûniştin beşeke ji keda vê komê.