متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English

Amadekirin û wergerandina Kurdî: Arya Hacî 

(QAMIŞLO 10/09/2022) Rêxistina NEXTEP rûniştineke danûstendinê libarê rewşa xizmetguzariyê li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, lidarxist, ev rûniştin, li baregeha NEXTEP, bi beşdariya hin berpirsên desteyên xizmetguzariyê yên girêdayî bi rêveberiya xweser li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, û hejmarek ji himwelatiyên bajarê Qamişlo, bi rê ve çû.

Danûstendin bi gotûbêjkirina rewşa xizmetguzariyê li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, û beşên ku bi pêşxistinê pêwîstdar in, dest pê kir, beşdaran ji hêla xwe ve, çend aliyên vê mijarê anîne ziman, mîna rewşa elekitrîkê, û ne peydabûna wê, ku dibe sedema zehmetiyên giran ji xelkên deverê re, ev rewş lawaztir dibe, di çarçoveya kêm çavdêriya li ser karê jenetoran, yên ku cudahî di nirxên wan de, hene, herwiha,rewşa avê ji ya elekitrîkê ne baştir e, li gor beşdaran, av ne bi heman rêjeyê digihêje tevaya taxên bajarê Qamişlo, û ne li gorî pêwîstiya xelkên bajêr e.
ji hêla xwe ve, birêvebira rûniştinê, encamên rapirsînekê ku ji hêla tîma rêxistina NEXTEP ve hatibû amadekirin, bo beşdaran diyar kir, ev rapirsîn 241 kes ji xelkên Bakur û Rojhilatî Sûriyê armanc kiriye, bi armanca wergirtina nerînên wan li barê rewşa xizmetguzariyê li Bakur û Rojhilatî Sûriyê.

Beşdaran xizmeta wergirtina nan nirxandin, û piraniya wan tekez kirin ku nanê bi navê nanê hikûmetê tê naskirin, gelekî xirab e, û bo xwarinê nayê bikaranîn, herwiha, nanê siyahî buha ye, û ne li gorî karîna abûrî ya xelkên deverê ye, û ji hêleke din ve, tekez kirin ku bacên ji wan tên xwestin, beramberî kêmbûna xizmetguzariyê, barê wan giran dike, û ji hêla rewşa tendirustiyê ve, bi yek nerînê, beşdaran tekez kir ku, tunebûna çavdêriyê bûye sedema buhabûna nirxê sehinkirinê û davekirinên bijîşkî.

Herwiha, piraniya beşdaran lihev kirin, libarê zehmetiya bi sedema derengiya wergirtina para wan ji xazê, ku ev pirsgirêk pêwîstî çareyke bilez e, ji hêleke din ve, beşdaran dîtin ku pêwîste çavdêrî li ser ajokarên giştî û taybet hebin, yên ku nirxên cuda cuda, li gorî kêfa xwe, destnîşan dikin, beşdaran rewşa rêyan jî anîn ser ziman, ku piroseyên qîr kirinê bi şêweyekî baş hatine bicih kirin, lê rêyên duyem pêwîstî guhdaneke mezintirin.

Di beşê duyem ji rûniştinê de, rola encûmenên xwecihî, ango komîn, herwiha rola şarederiyan di rewşa xizmetguzariyê de, hate gotûbêj kirin, yek ji beşdaran li ser vê mijarê axivî û got ku, hin karkerên girêdayî bi şarederiyê ve, pereyan ji welatiyan dixwazin, beramberî pêkanîna xizmetên di hundirê taxan de, libarê vê yekê, berbpirsekî di nav beşdaran de got ku, dê van kesan siza bikin, û amaje kir ku, ji mafê her yekî/ê ye, ku daxwaza dîtina spareya kar ji şarederiyê bike, beriya ku ti pereya bidest wî/ê bixe.
Herwiha, hin ji beşdaran diyar kirin ku, hin ji xwediyên jenetoran, di dema xirabûna jenetorên wan de, para wan ji sotemeniyê difiroşin, jibo vê yekê, beşdaran tekez kirin li ser giringiya aktîvkirina çavdêriyê li ser xwediyên jenetoran, û sizadana kesên ne papendî yasayan.

Libarê zehmetiyên li pêşiya başkirina rewşa xizmetguzariyê, hin beşdaran diyar kirin ku, ne aramiya li deverê, û rewşa siyasî û leşkerî, zehmetiyên herî giringin di vê demê de, di milê kêmpeydabûna pisporan di hemû waran de, herwiha, hin berpirsên di nav beşdaran de diyar kirin ku, tevlî ku bîroya enerjiyê elekitrîka berdewam ji bîrên avê re peyda dike, lê çi xirabûna di elekitrîkê de, ziyanê digihîne karê şarederiyê di peydakirina avê de.
Beşdaran herwiha gotin ku, hevrêzî dinavbera desteyên xizmetguzariyê de, tune ye, û tekez kirin ku mûçeyên karkerên van desteyan ne li gorî karê wa ye, ev yek dibe sedema belavbûna gendeliyê di van desteyan de, ev yek di milê nepeydabûna terazûn ango mîzaniya pêwîst ji her desteyekê yan saziyekê re.

Di beşê dawî de, beşdaran rêyên çareserkirina kêşeyên xizmetguzarî gotûbêj kirin, di nav wan de, jinû destnîşankirina karkerên di desteyên xizmetguzarî de, aktivkirina ragihandina geşepêdanî, û aktîvkirina hejmarên gerim bo pêşwazîkirina giliyan, herwiha, giringiya şandina nûneran bo dewletên pêşketî, û anîna pisporên ji derve bo deverê, û destnîşankirina rêyên zelal bo cengebaziya gendeliyê, û hilînan mûçeyan bo serokên komînan, da ku rê li ber gendeliyê were girtin, û rêdana kar li ber rêxistinên navdewletî û yên civaka sivîl, û destnîşankirina yasayên tund bo paqijiya deverên giştî.

Ev rûniştin di çarçoveya rista rûniştinên danûstendinê de ye, ku ji hêla rêxistina NEXTEP ve têne lidarxistin, di pirojeya “Dergehê danûstendinê” bi hevkariya rêxistina NVNV ya Ferensî, bi armanca naskirina derfet û zehmetiyên geşepêdan û avkarina aştiyê li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, û gihiştina ber bi pêşiniyarên alîkar di bikaranîna van derfetan, û bidawîkirina zehmetiyan.

التعليقات معطلة.