متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English
SULNAR MIHEMED
Wergerandina bo Kurdî: ETIYA HESEN
Rêxistina NEXTEP rûiştina duyem di çarçoveya projeya xwe ya bi navê “Dergehê danûstendinê” de, lidarxist, bi hevkariya rêxistina “NVNV” ya Ferensî, rûniștin li jêr navê “destwerdanên bi ziyan di dozên jinan, de di warê medyayî û civaka sivîl de, li Bakûr û Rojhilatî Sûriyê de” bû, ew jî bi tevlîbûna rojnamevan, û çalakvanên civaka sivîl, li navenda NEXTEP li bajarê Qamişlo, di dîroka 31 / 7 / 2022 de, bi rê ve çû.
Rûniştin bi pêșkêșkirina hin nimûneyên libarê destwerdan bi ziyan, û domdana wêneyên qamebûyî, di derheqê jinan de, di warê medyayî û karê rêxistinên civaka sivîl de, dest pê kir, mîna gotinên girêdaiyî bi derengiya jinan di hevjîniyê de, herwiha, girêdana rûmet û namûsê bi keçaniya jinan ve, tevlî pêşkêşkirina nimûneyên serkeftinên jinan wekû tiştekî awarte di naverokên rojnemevanî de, ev yek di milê nepeydabûna hevsengiyê di nevbera herdû zayendan de, Ku dibe sedema tekeziya tundutujiyê li dijî coreyên civakî, mîna neçariya mêran di dabînkirina tevaya pêwîstiyên hevjîniyê, li dû wê ev nimûne bi beşdaran re hatine gotûbêj kirin.

Di beşê duyem ji rûniștinê de, beşdaran sedemên destêwerdanên bi ziyan di dozên jinan de, di warê medya û civaka sivîl de, gotûbêj kirin , nêrînên cuda libarê sedemên herî girîng hebûn, yek ji wan, tunebûna siyasetên taybet bi dozên hestiyar di ragihandin û civaka sivîl de, herwiha, pêşkêşkirina ragihandinê ji dozên jinan re, bi şêweyekî rûkal, bêyî ku bingehên van kêşeyan lêkolîn bike, ev yek di milê kêm karîna rojnemevanan di pêşkêşkirina van dozan de, bi şêweyê xwe yê rast, li dû wê, beşdaran encamên van destêwerdanên bi ziyan di dozên jinana de gotûbêj kirin, ku di gelek rewşan de, ev yek dibe sedema zêdebûna tewizkirina bi kesên armanckirî, ku dibe ev kes hewla xwekuştinê bikin, herwiha, destêwerdana ne pêşeyî dê bibe sedema goşegîrbûna jinan, jibilî nepapendiya bi rêzgiritina taybetmendiiya jinan, û girêdana dozên wan bi sincên wan ve.
Di beşê dawî ji rûniștinê de, rêyên pabendiya bi hestiyariya dozên jinan, hate gotûbêj kirin, beşdaran tekez kirin li ser giringiya pabendiya rojnemevanan bi bingehên karê rojnamegerî, û pêwîstiya bi lidarxistinên rûniştinên danûstendinê, bo gotûbêjkirina rêyên çareserkirina vê kêşeyê, herwiha, yek ji beşdaran tekez kir ku pêwîste bingehên rojnamegeriya hestyar ji cender re, di zanîngehan de were bicih kirin, tevlî pêwîstiya ji piştgirtina dozên jinan re, ji hêla rêxistinên civaka sivîl ve.

Rûniştin bi hejmarel pêşniyar û çareseriyên ji hêla beşdaran ve, bi dawî bû, mîna pêwîstî bi hebûna siyaset û stratejiyên taybet bi dozên jinan, di warê ragihandin û civaka sivîl de, herwiha, giringiya têkiliya di navbera dezgehên ragihandinê û rêxistinên civaka sivîl de, bo piştgirtina dozên jinan.
Ev rûniştin di çarçoveya rista rûniştinên danûstendinê de ye, ku ji hêla rêxistina NEXTEP ve têne lidarxistin, di pirojeya “Dergehê danûstendinê” bi hevkariya rêxistina NVNV ya Ferensî, bi armanca naskirina derfet û zehmetiyên geşepêdan û avkarina aştiyê li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, û gihiştina ber bi pêşiniyarên alîkar di bikaranîna van derfetan, û bidawîkirina zehmetiyan.

