متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English

Rapor: Arya Haci

Wergerandina bo Kurdi: Lewend Dawê

Rêxistina NEXTEP di koma kar ya danûstandinê de ramanên şaş û dimenên teşeyi yên belavbûyi di derbarê civaka Ermeni de, gotûbêj kir, ev yek di çarçoveya projeya wê ya li jêr navê “Bila em hev nas bikin” de bû, û bi amadebûna kesayetiyên civaki yên Ermen, rojnamevan, çalakvanên civaka sivil û siyasetmedarên ji civakên cuda yên Bakur û Rojhilati Sûriyê li bajarê Qamişlo di 17/12/2022 de, pêk hat.

Pişti diyarkirina encamên lêpirsina ku tima rêxistina NEXTEP 100 kes ji bajarên Cizira Bakur û Rojhilati Sûriyê têde kiribûn armanc, di derbarê ramanên belavbûyi dorhêla civaka Ermeni de, kesên amade giringtirin sedemên kêmbûna naskirina civakên Bakur û Rojhilati Sûriyê ji hev re, gotûbêj kirin. Sedemên sereke ev bûn: Bandora lawaz ya ragihandinê di nêzikatiya di navbera civakan de, xwedikirina malbatê, kiryarên hikûmeta Sûriyê yên paşguhkirina piraniya civakên Sûriyê, belavbûna çanda nepejirandina kesên biyani, tenêmayina civakan bi awayeki ji hev dûr û rolên nêgativ yên kesên oldar û rêbazên fêrkirinê. 

Di beşê duyem yê koma kar ya danûstandinê de, beşdaran ramanên heri belav di derbarê civaka Ermeni li Bakur û Rojhilati Sûriyê gotûbêj kirin, ew ji li ser bingeha encamên lêpirsina li jor hat behskirin. ji nav ramanên heri belav ev bûn: Qirkirin û komkujiyên ku li ser civaka Ermeni hatin kirin ji aliyê Osmaniyan ve, û rola civaka Ermeni di pêşxistina gelek pişeyan de, weke pişesazi û karên destan û diyarkirina tevliheviya di navbera girêdana oli û ya netewi di derbarê civaka Ermeni de.

Di beşê dawi yê koma kar ya danûstandinê de, kesên beşdar di nava xwe de dabeş bûn bi awayê girûpên kar ji bo dariştina ramanên ku di danûstandinan de hatin sererastkirin, ji bo ku bibin bi awayê nameyên ragihandinê û bikevin naverokên ragihandinê di çarçoveya kampaniya piştevaniya encamên koma kar ya danûstandinê de. Kampaniya piştevaniyê dê pêk were bi riya kampaniya elektronik li ser medyayên civaki û kampaniya belavkirina Broşoran li ser erdê li bajarên cizira Bakur û Rojhilati Sûriyê.

Armanca projeya “Bila em hev nas bikin” ew e ku ramanên şaş werin sererastkirin û dimenên teşeyi yên derbarê civakên Bakur û Rojhilati Sûriyê ji holê rabin. Proje pênc civakan dike armanc (Ereb, Kurd, Ermen, Êzidi û Siryan) da ku hevgirtina civaki bihêz bike, û ev yek bibe gavek ber bi avakirina Aştiyê li Bakur û Rojhilati Sûriyê.

التعليقات معطلة.