متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English

Rapor: Arya Haci

wergerandina bo Kurdi: Lewend Dawê

Rêxistina NEXTEP koma kar ya danûstendinê di çarçoveya projeya xwe “Bila em hev nas bikin” de, bi amadebûna kesên oldar, rojnamevan, çalakvanên civaka sivil û hin kesayetiyên civaka Êzidi lidarxist, Koma kar ya danûstendinê di diroka 03/12/2022 li ofisa rêxistinê ya li bajarê Qamişlo bi rê ve çû.

Di destpêka koma kar ya danûstendinê de, encamên lêpirsina ku ji 100 kesên ji bajarên cuda yên herêma Cizirê li Bakur û Rojhilati Sûriyê hatibû kirin, hatin nişandan bi armanca hewandina hemû nêrin û ramanên belavbûyi di derbarê civaka êzidi de. Piştre kesên amade derbasi mijara sedemên sereke yên ku hiştin civakên deverê baş hev nas nekin, ku bi kurtasi sedem ev bûn: Olperesti ya ku hişt civakên xwedi olên cuda ji hev qut bin, û siyasetên ku Hikûmeta Sûriyê li ser civakên deverê pêk ani û bûn astengi beramberi naskirina kûr ji olên cuda yên li nava Sûriyê.

Herwiha, cibcikirina rêgeha ola tekane û fermi li Sûriyê ji aliyê desthilatê ve, û bihêzkirina qutbûna di navbera pêkhate û netewan bi riya ferzkirina rewşa leşkerbûnê û destêwerdana desthilatê di hemû warên jiyanê de tevi warê civaki ji, ku Desthilatê dest dani ser saziyên civaki yên xelkê, û ev yek newekhevi û kin di navbera civakan de çêkir, herwiha, bû sedema şopandina dimena teşeyi bêyi ku rastiya wê dimenê were piştrastkirin, û Malbat, û alavên ragihandinê û yên medya civaki xwedi rol in di vê valahiya zanyari ya di navbera civakên deverê de.

Di beşê din ji koma danûstendinê de, raman û nêrinên heri sereke û dubarekiri yên di encamên lêpirsina tima NEXTEP de hatin nişandan bi armanca naskirina nêrinên heri belav di derbarê civaka êzidi de, ji bo gotûbêjkirina dorhêla van nêrinan û sererastkirina yên şaş, Kesên amade diyar kirin ku nêrina ku “Civaka êzidi ibadeta Şeytan dike” bi temami şaş e, herwiha, Tawûs nasnaveki serokê firişteyan e û ew piroz e di civaka êzidi de û wate ne teyrê Tawûs e. Di derbarê rengê şin de ji hat diyarkirin ku ev reng yê ezman e û Êzidi ji bo rêzgirtina ji teharet û paqijiya ezman re, cilên xwedi rengê şin li xwe nakin. Kesên amade 14 raman û nêrinên encama lêpirsinê gotûbêj kirin û dê piştre di kampaniya piştevaniya ragihandinê ya projeya “Bila em hev nas bikin” dê werin nişandan.

Di beşê dawi de, kesên amade dabeş bûn bi awayê girûpan bi armanca pênasekirina raman û nêrinên ku hatin sererastkirin da ku bibin name di naveroka ragihandinê ya ku dê were belavkirin di kampaniya piştevaniyê de.

Armanca projeya “Bila em hev nas bikin” ew e ku ramanên şaş werin sererastkirin û dimenên teşeyi yên derbarê civakên Bakur û Rojhilati Sûriyê ji holê rabin. Proje pênc

civakan dike armanc (Ereb, Kurd, Ermen, Êzidi û Siryan) da ku hevgirtina civaki bihêz bike û ev yek bibe gavek ber bi avakirina Aştiyê li Bakur û Rojhilati Sûriyê.

التعليقات معطلة.