NEXTEP KEMPÎNEKE ROJNAMEGERÎ YA PIŞTGIR BO TÊGIHIŞTINA BI GIRINGIYA ZÛ NASKIRINA PENCEŞÊRA PÊSÎRÊ BI DAWÎ DIKE

متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English


Rêxistina NEXTEP kempîneke rojnamegerî bi rêya înternêtê bi dawî kir, ku di destpêka Cotmeha 2022an de, dest pê kiribû, kempîn li jêr navê “îro berî sibe” bû, bi armanca têgihiştina bi giringiya pişkinîna berdrwam bo pêsîrê, û zû naskirina pêketina bi penceşêra pêsîrê bû.

QAMIŞLO 01/11/2022 

Kempînê jinên Bakur û Rojhilatî Sûriyê armanc kir, bi rêya nasandiyên rêxistina NEXTEP li ser malperên civakî, ev yek di rêya belavkirina rojane ji nameyên têgihiştinê re, wekû înfografîkan, ku hejmara wan gihişte 32 nameyan, bi zimanên Erebî, Kurdî, Siriyanî û Ermenî, bi mebesta gihiştina wan bo mezintirîn hejmara jinên deverê. 

Di naveroka nameyan de, hevokên handerî bo pişkinîna berdewam ji pêsîrê re, tevlî hejmarên peywendiyê û navnîşanên navendên ku xizmeta pişkinînê li bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatî Sûriyê,  pêşkêş dikin, di milê belavkirina amarên fermî yên hejmarên pêketiyên penceşêra pêsîrê li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, ji hêla navendên tendirustiyê yên ku li deverê kar dikin, û amarên rêxistina tenduristiyê ya cîhanî, herwiha, şîretdariyên herî giring bo amajeyên metirsiya pêketina bi nexweşiyê, û parastina ji wê. 

Û ta dîroka niha, naveroka encamdayî bo 17051 caran, li ser malperên civakî, bo şopînerên Facebook, Instagram, Twitter, WhatsApp, Telegram û Linkedin, derketiye. 

Rêxistina NEXTEP 

Taxa Mihdî Bin Bereka (taxa yarîgeha 12ê Adarê), Qamişlo, Hesekê, Sûriya.

Bi par ve bike:

علق تعليق