متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English

SULNAR MIHEMED
Wergerandina bo Kurdî: Arya Hacî

Rêxistina NEXTEP sêyem rûniştina danûstendinê di çarçoveya pirojeya “dergehê danûstendinê” de, lidarxist, bi piştgiriya rêxistina NVNV ya Ferensî, Libarê rewşa çandiniyê li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, bi beşdariya endeziyar û pisporên çandiniyê, herwiha, berpirsên dezgehên çandiniyê yên girêdayî rêveberiya xweser ve, bi rêve çû, ev rûniştin di 13/08/2022 li baregeha NEXTEP hate lidarxistin.

Rûniştin bi şîrovekirina rewşa çandiniyê li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, û cudabûna vê rewşê di navbera beriya û piştî sala 2011an, dest pê kir, derbarê vê yekê, nêrîn cuda bûn, hin ji beşdaran dîtin ku beriya cenga li Sûriyê, pilaneke çandiniyê hebû bo destnişankirina coreyên çandiniyê, lê di dima niha de, cotkar pabendî pilana çandiniyê nabe, û ber bi çandina berhemen qezencgirtî ve diçe, mîna zîre (kemûn) û gijnij (kizbera) û kuncî HWD, ev yek li ser hesabê berhemên stratejîk mîna genim û ceh e.

di heman demê de, û li gor nêrîna hin beşdarên din, ne aramiya rewşa siyasî li deverê, bandora xwe li rewşa çandiniyê kiriye, ev yek di milê ne peydabûna piştgiriya pêwîst ji cotkaran re, çi libarê peydakirina pêwîstiyên çandiniyê ji tov û peyînê be, çi ji aliyê peydakirina sotemeniyê be, ji bilî buhabûna van pêwîstiyan.

Di beşê duyem ji rûniştinê de, sedemên berpaşçûna rewşa çandiniyê li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, hatine gotûbêjkirin, û di hundirê rûniştinê de, li hin hevdîtinên bi cotkaran re, ku ji hêla tîma NEXTEP ve hatibû amadekirin, hate bihîstin, beşdaran jî bi naveroka van hevdîtinan re sedem gotûbêj kirin, yek ji wan, guhertina bejayî, û hişkesaliya li deverê ku bi salan berdewam kir, tevlî ne peydabûna piştgiriya pêwîst ji cotkaran re, û buhabûna berhemdayînê, tevlî bicihkirina rêyên kevin di avdanê de, herwiha, ne peydabûna pisporan di navendên şîretdariyên çandiniyê de.

Ji hêleke din ve, zehmetiyên di rêya cotkaran de jî hatine gotûbêj kirin, zehmetiyên sereke li gor beşdar û cotkaran, guhertinên bejayî, û kêmbûna ava hundirîn, û tunebûna taqîgeh anjî mexberan ji bo sehkirina coreyên tov û peyîn û linavbirên ku ji derve tên, herwiha, ne hemtayiya di navbera lêçûna berhemdayînê û berhem bi xwe.

Di beşê dawî ji rûniştinê de, keda aliyên berpirs û rêxistinên têkil, bo piştgiriya çandiniyê li Bakur û Rojhilatî Sûriyê hate gotûbêj kirin, hin ji cotkaran tekez kirin ku wan piştgirî ji hêla ti alî ve nedîtine, hin cotkarên din gotin ku piştgirî ji hêla rêxistinan ve pêşkêşî wan bû, lê ne li gor pêwîstiya wan bû, di heman demê de, berpirsên beşdar diyar kirin ku, cotkarên ziyan şewatê gihiştiye wan, hatine tolvekirin, û tov bê beramber pêşkêşî wan bûye, herwiha, navendên zuhakirina garisên zer hatine vekirin, û têkilî bi rêxistinên navdewletî re jî kirine, bo ku piştgiriyê pêşkêşî çandiniyê li deverê bikin.

Rêxistina NEXTEP di çarçoveya projeya “Dergehê danûstendinê” de, bi hevkarî bi rêxistina NVNV ya Ferensî re, ristek rûniştinên danûstendinê lidar dixe, ku di naverokên xwe de, ronî dide hin dozên civakî, bo gihiştina ber bi çareseriyên guncaw ji van dozan re.

التعليقات معطلة.