SULNAR MIHEMED 

WERGERANDINA BO KURDÎ: ETIYA HESEN

متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English

Rêxistina NEXTEP çaremîn rûniştina di çarçoveya projeya xwe ya bi navê “Dergehê Danûstendinê” de, lidarxist, bi hevkariya rêxistina “NVNV” ya fransî.

Rûniștin bi navê “Cender di yasa û Olê de” bû, ew jî bi tevlîbûna oldaran û çalakvanên cıvaka sıvîl, li  navenda rêxistinê li bajarê Qamişlo di dîroka 27.8.2022 de, bı rê ve çû.

Rûniştin bi pêșkêșkirina hin bendên girêdayî jinan, di destûra Sûriyê de û gotûbêjkirina wan ji aliyê beşdaran ve destpêkir, mîna benda 548 ji destûra Sûrıyê ya ku bi mehneya namûsê sızaya kujer kêm dike, dı mılê yasaya ku di  destûra Sûriyê de ya ku dibêje: berekerê ku bi qurbaniya xwe re bizewice, bi du salan sıza dıbe, û ev sıza dıbe pênc sal ger qurbanıya xwe berda, û hin ji beşdaran dîtın ku ev yasa ji bo jinan ne dadperwer in, û sıtem û zordariya li ser wan du qat dike. 

Herwiha, beşdaran mijara sêksa bı zorê derhqê hevjînê de, gotûbêj kırın, ku hikûmeta Sûriyê wekû binpêkirineke derheqê mafên jinan de qebûl nekirıye, ev yek li gorî benda 489 ya yasaya sızayan ya Sûriyê, ya ku sêksa bi zorê wekû guneh dıbîne, lê ne dema ku alıyê dın hevjîn be, herwiha, beşdaran peymana CEDAW ya ku hikûmeta Sûriyê çend xal ji wan bikar neanîn, bitaybetî bendên yadaya rewşên kesane, di bendên têkildarî mafên jinan de, ku karîbın regeznameyên xwe bıdın zarokên xwe, tevlî welîbûnê, azadiya hilbijartina êwır û çûn û hatınê,û hwd.

Dı beșê duyem ji rûniştinê de, bırêvebıra rûnıştınê hın mînakên jı welatên pêbendî cender, pêşkêş kır, ku bi tenê şeş ​​welat hene, di navbera jin û mêran de, wekheviya abûrî û yasayî bidest xistine, beşdaran bal kişandın ser yasayên olî yên herî gırıng di derbarê jinan de, têde nêrîn ji hev cuda bûn, hin ji beşdaran dîtın ku ayînet dı dema berê de wekhevî li jinan kiriye, lê ayîneta ıslamî di demên cûda de,lı jêr hukmê desthılata rêz û rawazên cıvakî, bı rê ve dıçû, him di derbarê kuştinên jêr navê namûsê, hım jî jibo tolhildanê, yan jî para jinan di paşmak ango mîras de, hım jî qebûlkirina nıhrevanîkırınên wan di warên cuda de, û tiştên din yên ku bi ayînetê ve hatine girêdan; li gorî beşdaran, ku ola ıslamê jibo jinan mafdar e, eger ayetên Quranê bı şêweyekî rast bên bikaranîn, lê berovajîkirina ayîneta ıslamê li gorî beşdaran bandoreke neyînî li jinan kiriye. 

Di derbarê ola êzîdîtiyê de, ji jinan re mafdar e, jiber ku jin û mêr di dinya û axretê de, di çakwerî û sıza de wekhevin, tevlî derfeta bidestxistina cihên bilind yên olî de, mîna Vaftîzma bi destê wê, û wekheviya mêr û jinan di mîrasê de, û qedexekirina pirjiniyê, ev jî li gorî oldarekî êzîdî ku tevlî rûniștinê bibû, hat gotin. 

Beşdaran herwıha, kêşeyên herî girıng li pêşiya pêvajoya guhertina yasayan û pêşxistina gotara olî yên di derbarê jinan de, gotûbêj kirin, hın jı wan dîtın ku kêşeyên herî girîng yên ku bi pêvajoya guherînê rû bi rû mane, pîrozkirina nêrînên kevın û makzayên civakî ye, herwıha, nexwendina nivîsên olî xwendineke bi mebest, ji bilî nenaskırına civakê ji  yasayên olî yên girêdayî jinan re. 

Di beşê dawî jı rûniştinê de, beşdaran libarê rêyên pıştgırtına yasayên dadperwer ji bo jinan û pêşxistina nivîseke olî bêyî ku zirarê bıgıhîne doza dayik gotûbêj kirin, ji wan rêyan, pêwîstiya bıcıhkırına yasayên dadmend yên ku jibo jinan rewa ne, û aktîvkırına wan e, herwiha, pêwîstî bı têgıhandına jinan bi maf û erkên wan heye, tevlî pêwîstıay bı xwendina nivîsên olî xwendineke bi mebest, jibo derketina ji “rawestana olî”, herwiha, pêwîstiya aktîvkirina rola malên olperestî û rêxistinên civaka sivîl, ji bo sererastkirina hin nêrînên şaş yên civakê li dijî jinan, û jibo bidestxistina wekheviya zayendî ya rasteqîn, pêwîstî bi guhertina yasaya rewşên Kesane heye. 

Herwiha,beşdaran li vîdyoyekê ku ji hêla Asmaa Kaftaro Endama Encûmena Şêwirmendiya Jinan a Şanderê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê ve hatî tomar kirin, temaşe kirin, têde lı ser peymana CEDAWê axıvî û got ku, malbatek saxlem ava dike û dibe pîke jıbo avakırına cıvakeke Sûrî ya aram, herwıha, dît ku dijwariya herî mezin ew e ku çawa destûrnameyên weha saz bike û têgihîştina rast lıbarê wan belav bike, ji ber ku ew bi gıyanê ıslamê re têkildar in, tevlî dadperweriya jinan di destûra nû ya Sûriyê de, jibo bidestxistina tevaya mafên xwe û beşdariya siyasî di paşeroja Sûriyê de, li gorî nêrîna wê. 

Herwıha, lı nêrîneke dengî jı hêla Dr. Afra Çelebî ve hat guhdarkirin, û têde bi dirêjî axıvî lıbarê nûjenî û mîrasê, û pêwîstiya şopandina fiqhê bı mebest û xwespartina lı hin ayetên sereke yên wekî ayeta Qur’anê ya “Xwedê wekhevî û xêrxwaziyê bı ferman dike”, Ji ber ku pêkanîna wekheviyê divê herî kêm ya ku em lê digerin be, lê zêde kir û got “Pêdivî ye ku şîrovekirina çavkaniyên zagonan were vegerandin da ku em karibin di dema xwe de bi rengekî ku karibin pirsgirêkên xwe yên hevdem çareser bikin bijîn.”û divê bi nûjenî  û mîrasê re ne nakok be, ew e ya ku ez dıbînım ku goten e, di pêşkêşkirina fîlosofê Alman “Hans Gadamer” de. 

Ev rûniştin di çarçoveya rista rûniştinên danûstendinê de ye, ku ji hêla rêxistina NEXTEP ve têne lidarxistin, di pirojeya “Dergehê danûstendinê” bi hevkariya rêxistina NVNV ya Ferensî, bi armanca naskirina derfet û zehmetiyên geşepêdan û avkarina aştiyê li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, û gihiştina ber bi pêşiniyarên alîkar di bikaranîna van derfetan, û bidawîkirina zehmetiyan.

التعليقات معطلة.