NEXTEP rûniştineke danûstendinê li ser bandora nakokiyên siyasî û leşkerî li ser kirîza avê li Bakur û Rojhilatî Sûriyê li dar dixe

متوفر باللغة العربية أيضاً

Also available in English

Amadekirin: Sulnar Mihemed
Wergerandina Kurdî: Sîmav Hesen

Rêxistina NEXTEP, rûniştineke danûstendinê libarê bandora nakokiyên siyasî û leşkerî li ser kirîza avê li darxist, ev rûniştin di14ê Gulana 2022an de, bi beşdariya siyasetmedar û çalakvanên civaka sivîl û rojnemevanan, bi rê ve çû.

Di destpêkê de, gengeşe libarê nakokî û peymanên girêdayî kirîza avê li Bakur û Rojhilatî Sûriyê berî sala 2011an, dest pê kir, beşdaran ji hêla xwe ve, peymana dabeşkirina ava Firatê di navbera Sûriyê û Tirkiyê û Iraqê de, gengeşe kirin, herwiha, çewsandina doza avê di warê siyasetê de, ji hêla Tirkiyê ve, di rêya bikaranîna wê ji avê re, wekû fişarekê li ser hikûmeta Sûriyê, tevlî avakirina pirojeyên mezin li ser keviyên çem, ji hêla Tirkiyê ve, bêyî ku hevrêziyê bi Sûriyê re bike.

Di nêrîna hin ji beşdaran de, nakokiyên siyasî û leşkerî, tevlî guhertinên bejayî, xwedî rolên sereke bûn di alozkirina kirîza avê de, û tevlî hebûna peymanên dewletî, yên ku para dewletên hevbeş di ava çi çemî de, bi rêxistin dikin, lê kirîza avê, wekû rewşa li Sûriyê aniha, li gorî têkiliyên di navbera herdû dewletan de, destnîşan dibe, herwiha, girêdayî rewşa lihevkirin yan jî ne lihevkirina di navbera wan de ye, di hemû awayan de, kirîza avê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de, bi rêjeyên cuda, berdewam bû.

Herwiha, nakokiyên siyasî û leşkerî piştî sala 2011an, yên ku di enacama wan de, kirîza avê aloz bû, ji hêla beşdaran ve, hate gengeşe kirin, di nêrînên xwe de, li hev kirin, ku alozbûna vê kirizê, di encama nakokiyên berdewam, di navbera aliyên xwedî kontrol li ser deverê de bû, wekû mînak, rewşa stasiyona Elok li Serê Kaniyê, piştî kontrolkirina wê ji hêla hêzên opozisiyona Sûriyê ve, di sala 2019 de, herwiha, cenga Sûriyê jî, kirîza avê bi rêjeyeke bilind, zêde kir, ew jî di encama nakokiyên nû de, yên ku tevlî yên kevin bûn, berî sala 2011an.

Di beşê dawî ji rûniştinê de, xala ku hate gengeşe kirin, kedên li ser asta siyasî û leşkerî, jibo bidawîkirina kirîza avê li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, û pêkanîna çareyên berdêl bû, careke din, beşdaran di nêrînên xwe de, lihev kirin, û pêşiniyar kirin ku kişandina ava çemê Dicle, dê vê kirîzê, çareser bike, herwiha, hin pêşiniyar pêşkêş kirin, libarê avdana bi dilopandinê û bi pizrûkkirinê, tevlî çêkirina fişareke gelêrî ya hevbeş, bo nêzîkkirina di navbera aliyên nakok di Sûriyê de, bo gihiştina ber bi çareseriyê ve, di milê avakirina komîteyeke pispor, bo ku têkiliyê bi aliyên berpirs li ser birîna avê, ji stasiyona Elokê li Serê Kaniyê, bike.

Ev rûniştin, tê di çarçoveya pirojeyeke hevbeş de, di navbera rêxistina NEXTEP û radiyoya WELAT FM, û bi piştgirya rêxistina FPU, libarê kirîza avê li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, bi armanca gihiştina ber bi pêşiniyaran ve, da ku li gor wan, rêyên çareserkirina vê kirîzê, bêne avakirin.

Bi par ve bike:

علق تعليق