NEXTEP BI AWAYÊN GIHIŞTINA BER BI CÎGEHÊN KAR YÊN EWLE JIBO JINAN LI BAKUR Û ROJHILATÎ SÛRIYÊ, DEST BI PROJEYA “DERGEHÊ DANÛSTENDINÊ” DIKE

متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English

SULNAR MIHEMED
Wergerandina bo Kurdî: Sîmav Hesen

Rêxistina NEXTEP di çarçoveya projeya xwe “Dergehê danûstendinê” de, bi hevkarî bi rêxistina NVNV ya Ferensî re,  yekem rûniştina danûstendinê lidar xist, rûniştina li jêr navê “cîgehên kar yên Ewle ji Jinan re li Bakur û Rojhilatî Sûriyê” bi beşdariya rojnamevan, çalakvanên sivîl û mafnas li navenda NEXTEP li bajarê Qamişlo, di dîroka 23.07.2022.

bi şîrovekirina rewşa jinên ku di warê ragihandin û civaka sivîl de, li Bakur û Rojhilatî Sûriyê kar dikin, rûniştin dest pê kir, di milê kêşeyên ku di kar de rastî wan tên, herwiha, tunebûna qadên ewle yên pêbend ji taybetmendiya  jinan re di navendên kar de, beşdaran herwiha diyar kirin ku, cudahî di navbera mûçeyên jin û mêran de heye, û rêjeya jinan di cihên biriyarê de, yan jî di şûnkarên rayedarî de, ne di wê astê de ye, ku wekheviyekê pêk bîne, û eger peyda bibe, dê tokelî be.

Di beşê duyem ji rûniştinê de, beşdaran gotûbêj li ser siyasetên pêbend ji taybetmendiya jinan re, kirin, di milê pîvanên ewlekariya jinên rojnemevan û çalakvanên civaka sivîl li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, li vî barî, nêrîn cuda bûn, hin ji beşdaran dîtin ku piraniya rêxistinên civaka sivîl û dezgehên ragihandinê taybetmendiya fîziyolocîk ya  jinan pçbend nakin, ku rewakirinên bo dema ducaniyê yan jî zayîn, yan jî mehîk, ne lo gor pçwîstiyên jina ne, ji hêla xwe ve, beşê din ji beşdaran dîtin ku  hewldanên vê dawiyê yên hin saziyên ragihandinê û rêxistinên sivîl ji bo kontrolkirina rêziknameyên tevgerê û polîtîkayên pêbend ji taybetmendiya jinan re, li ber çavan têne girtin.

Di beşê dawî de, gotûbêj libarê awayên dijberiya destdirêjî û çewsandina sêksî di derheqê jinên rojnemevan û yên çalak di civaka sivîl de, beşdaran tekez kirin ku pêwîste mekanîzmayên diyar, ji bo parastina jinan ji destdirêjiyê di nav dezgehên ragihandinê û rêxistinên civaka sîvîl de, bêne pêk anîn, herwiha, karek bê kirin bo peydakirina mekanîzmayeke zelal jibo danezanîna dijî yên ku binpêkirinê di derheqê jinan de dike, di demekê de ku pêwîste pêbend û dîwerdî be, bo dabînkirina parastina jinên rastî binpêkirinê bûne, di milê pêkanîna sizakirinên tund li dijî binpêkeran, herwiha, giringiya têgehkirina jina di derbarê yasayan de, yên ku parastian wan dikin ji destdirêjî û çewsandina sêksî. 

Birêvebira rûniştinê, encamên rapirsînekê bo beşdaran diyar kir, ev rapirsîn ji hêla tîma NEXTEP ve hatiya amadekirin, têde 101 rojnemevan û çalakvanên civaka sivî yên jin, hatine armanc kirin, li bajarên cuda ji Bakur û Rojhilatî Sûriyê, ev encam alîkar bûn di zelalkirina kêşeyên ku di kar de rastî jinan tên, di hundirê cihê karên wan de.

Rûniştin bi çend pêşniyaran ji hêla beşdaran ve, bi dawî bû, mîna bicih kirina yasayekê ku saziyên ragihandinê neçar bike ku mafên rewakirinên pêwîst ji jinan re, bo wan bidin, bitaybet yên pêbend ji taybetmendiya wan ya fîziyolocîk re, mîna ducanî û zayînê, û dabînkirina bicihkirina wê, û aktîvkirina çavdêrî û lêpirsînê di dezgehên deverê de, û têgehkirina jinan di warê yasayî de, bo berevaniya mafê xwe bikin.

Rêxistina NEXTEP di çarçoveya projeya “Dergehê danûstendinê” de, bi hevkarî bi rêxistina NVNV ya Ferensî re, ristek rûniştinên danûstendinê lidar dixe, ku di naverokên xwe de, ronî dide hin dozên civakî, bo gihiştina ber bi çareseriyên guncaw ji van dozan re.

Bi par ve bike:

علق تعليق