Krîza avê û bandora wê li pêkvejiyana aştiyane
Di belavkirina avê de ..wekhevî tune ye

متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English

Aliya Mihemed

Ev kar bi piştevaniya Hevgirtina Ewropî, hatiye berhemdan, ne giring e ku naveroka vî karî, li gorî nêrînên Yekgirtina Ewropî be, ew bi tene berpirsyariya Kaniwar Mizher e, ya ku ev rapor bo hevbeşiya di navbera rêxistina NEXTEP û radyoya WELAT FM re, amade kiriye.

Celîla Hisên, her sibeh, tev zaroka xwe ya sê salî, bendewarî para xwe ya avê dimîne, da ku pêwîstiya roja xwe jê bidest bixe, mîna her koçberekî ku li dibistana Ismaîl Toqan, li nava bajarê Hesekê, bi cih bûye.

Di wê dibistanê de, derdora 40 malbatê bi cih bûne, bi tenê xezanekî avê peyda dibe, ku di reşên normal de, malbatek tenê mîna wê xezanê bikar tîne, ev yek bidestxistina avê zehmettir dike, bitaybet malbatên ku di vê avê de hevpar in, gelek in, bi vî rengî, Celîla rewşê şîrove dike, û dibêje “ li dibistana nêzî me, ku li wir jî, xelkên Serê Kaniyê bi cih bûne, deh xezanên avê li wir peyda dibin, û li cem me bi tenê yek e, em jî wekû wan mirov in, jibo vê yekê em bi tengbûnê hest dibin, bitaybet dema ku wekhevî di belavkirina avê de, tune be, zaroka min xwedî pêdiviyeke taybet e, ez nikarim wî bi tenê bihêlim, û neêar dibim wî bi xwe re bibim da ku em bendewarî avê bimînin, car caran em demjimêrekî dimînin da ku avê bidest bixin, û carê din, em bidest naxin, sedem jî, hebûna xezanekî bi tenê.

Nakokî di navbera xelkên li dibistanê de, çêdibin, dibistan ku bûye navendek bo li xwe girtina koçberan, Mehmûd Hemîd vê yekê ji hêla xwe ve, tekez dike, ew jî bi malbata xwe re, ya ku ji heşt mirovan pêk tê, derora 25 ta 50 Litir ji avê bo pêwîstiya rojane, bi dest dixe. 

“Piştî demjimêrekî ji dagirtina xezanê, av namîne, û hin malbat para xwe ji avê nastînin, di hin rojan de, nakokî di navbera wan de çêdibin, jiber ku hin malbat zêdetirî para xwe dibin, di heman demê de, hin malbat bê par dimînin” Hemîd weha dibêje.

Dema ku tu berê xwe dide ber bi taxên bajarê Hesekê ve, tu gelek xelkên bajêr dibîne, ku bi peydakirina avê ve, mijûl in, piraniya axaftinên wan, libarê birîna avê ne, û mafê kî heye, ku avê bi rêya avhilmijan re ji bîrên kolayî bikişînin, bi vê rêyê, xelkên bajêr avê bidest dixin, tevlî ku ev av ne paqij e, lê car caran, nakokî di navbera wan êçdibin, bityabet, ku elekitrîk bo demjimêrên dirêj tê birîn, weha Temam Seîd rewşa taxa xwe şirove dike û dibêje “dema ez dibînim cîranê min avê dadigire, û dirijîne, ez pir aciz dibim, gelek nakokî û kêşe di navbera xelkê de, bi sedema avê, çêbûn, ev kêşe bi xwe di nav min û cîrana min de çêbûn, sedem ew e, ku gelek avê bidest dixin, û gelek jê bê par dimînin.

Şer û pevçûnên ku dinavbera xelkên bajarê Hesekê de çêdibin, di encama gelek sedeman de ye, bitaybet yên girêdayî bi wergirtina avê, yên ku bandorê li pêkvejiyana aştiyana dikin, ne tenê di navbera civakên cuda de, li gor Ebas Mûsa, çalakvanê civaka sivîl, û birêvebirê pirojeya hevgirtina civakî ya rêxistina Dîmos, Mûsa dibêje “gelek sedemên girêdayî kêşeya avê hene, ku weheye nakokiyan di navbera cîranan de çêbikin, hin ji wan girêdayî bîra ne, tevî xizmetên ku ji hêla şarederiyan ve têne pêşkêş kirin, ev sedem dihêlin ku nakokî di navbera xelkê di çêbibin, bitaybet bo peydakirina avê, ne bi sedema girêdana wan bi civakeke cuda ve”.

Kêşeya avê li Hesekê ne nû ye, lê aloztir bû di dema kontrolkirina Tirkiyê û hêzên Sûrî yên bi ser wê ve, ji bajarê Serê Kaniyê re, di dawiya sala 2019an de, sedem stasyona Elok e, Ku dikeve bajarê Sreê kanityê de, û ev stasyon jêdere sereke û tekane ye ya ava vexwarinê, bo bi sed hezaran ji xelkên bajarê Hesekê re, tevî ku jêdera sereke ye, bo kampên Hol, û Erîşe, û Tiwêne, ku be deh hexaran ji koêberên hundirê Sûriyê, li bi cih bûne.

Hin çareseriyên ko nakokî di navbera xelkên bajêr de, zêde kirin

Kirîza avê bû sedema dîtina hin çareyên demkî, yek ji wan, belavkirina avê vi rêya sarincên girêdayî rêveberiya xweser, tevlî yên girêdayî rêxistinên nav dewletî, û yên taybet jî, lê pirê caran, dibûn sedema nakokiyan di nav xelkê de, yek ji wan Fewziya Ehmed bûm ya ku li nêzî Temam rûniîtiye, û gazina ji gemariya avê dike, ku di encamê de, nexweşiyên hûr û gurêikan bi wan re çêbûn, û di axaftina xwe de, amaje dike, ku rojane şer û pevçûn di encama vê kirîzê de, çêdibin.

Fewziya dibêje “rojane pevçûn di nabera hevjînê min û lawikê cîran me de, bi sedema avê, çêdibin, dema ku av digihêje taxa me, ez hêvî dikim ku hevjînê min ne li malê be, da ku pevçûn çênebin, ev yek di milê ku ava dighêje me, ne ya paqij e, beriya demjimêrekî, ez li nexweşxanê bûm, roviyên min di encama avê de, kul bûne”.

Hevdîtin bi hejmareke din ji xelkê re, hatine çêkirin, libarê zehmetiyên kêşeya avê, piraniya wan amaje bi heman nexweşiyan kirin ku bi sedema ava sarincan bi wan re çêbûne.

Ji hêla xwe ve, Ehmed El – Ferec endeziyarê pispor di warê avê de, ji bajarê Hesekê, sedema vê yekê diyar dike û dibêje “hin sarincên taybet yên ku avê belav dikin, mercên tendirustî pêk nayinin, jiber ku li gelek deveran bikar tînin, wekû mînak, hin ji wan, destşokên di hundirê kampan de dişûn, û bi heman nerbîçan bo dagirtina avê, bikartînin, herwiha, car caran av ji hêla sarincên girêdayî rêxistinên navdewletî tê belav kirin, ava wan paqij e, û dema tê belav kirin, dibe sedema nakokiyan dinavbera xelkên ku distînin û yên ku nastînin.

Ji hêla xwe ve, Macîda Emîn, hevseroka komîteya şarederî û jîngehî li kantona Hesekê ya bi ser rêveberiya xweser ve, ji Welat FM re diyar kir ku, belavkirina avê di rêya komîtê re, bi rêya derdora 50 sarincan, bi rê ve diçe, bi serpereştiya rêveberiya avê û komînan, li gorî danivîsên wan, û ev komîte li gor wan, nirxandinê dike, da ku ne wekhevî çênebe, û amaje bi wê yekê kir ku, ava hin sarincên taybet, nexweşiyan di nav xelkê de, belav dike, di encama ku ev av nayê temîzkirin. 

Macîda dibêje “hin nakokî çêdibin, û hin xelkên bajêr gazindên xwe pêşkêşî me dikin, em ji hêla xwe ve, di rêya komîteyên xwe yên taybet re, rewşê dinirxînin, û hewildana xwe dikin, da ku kêşeyan çareser bikin, ev yek di rêya komînan rê, pêk tê”.

 hejmarek rêyên çareseriya vê kirîzê, ji hêla desthilatdara xwecihî li Bkaur û Rojhilatî Sûriyê ve, lê gelek ji wan rêyan ne ketine xizmetê de, yek ji wan, kişandina ava ava çemên Dicle û Ferat, ev çareya ku wehebû vê kirîzê bidawî bike, wekû Ehmed EL – Ferec şirove dike ku, çare ne bingehîn in, çareya baş ew e, kişandina ava Dicle û Ferat, lê lêçûna wê, pir buha ye, lê eger kar hate kirin bo peydakirina avhilmijên bi çakbûneke bilind, weheye av bigihêje tevaya taxên Hesekê, ligel giringiya çarekariya avê, lê çareyên demkî yên ku aniha têne pêşkêşkirin, bi rêya sarinacan û bîran”.

Di rapirsînekê de, ku ji hêla rêxistina NEXTEP ve hatibû çêkirin, û 103 kes têde hatine armanckirin, libatê rûdana pevçûnan di nav xelkên bajêr de, rêjeya 43.1% şer û pevçûn di nav wan de çêbûne, û 81.4% şer û pevçûn dîtine.

Komîteyên hişiyarkirina bilez û rêxistinên civaka sivîl

Ev nakokî ne tenê di nav xelkên yek bajarî de ne, xelkên bajarê Hesekê bi sextekî hest dibin, ber bi xelkên bajarên din ve, yên ku av bi rêjeyek baş lê peyda dibe, wekû Ebas Mûsa diyar dike, û dibêje “du beşên kêşeya avê hene, yek jê girêdayî bajarê Hesekê û gundewarê wê ye, û birîna ava Elok ji hêla Tirkiyê û hêzên Sûriyê yên bi ser ve, bitaybet, di dema belavbûna nexweşiya Korona de, û bandroeke neyînî ya mezin çêkir, heriwha, bandor li tevcivana civakî kiriye, bajarê Hesekêji berê ve, kêşeya avê lê peyda dibû, cuda ji bajarên din li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, ev yek bû sedema rûdana sextekê li cem celkên bajêr”.

Heman nakokî li bajarê Qamişlo jî rû didin, di encama kêmbûna avê de, û xelkên bajêr, tometan ber bi hev ve dikin, weha Mûsa di axaftina xwe de diyar dike û dibêje “kirîza avê li bajarê Qamişlo de jî heye, ev bajarê ku ji gelek pêkhateyan pêk tê, û ev kirîz di havînan de zêde dibe, û tevcivandina civakî dike di metirsiyê de, jiber ku av li hin taxan peyda dibe, û li hin taxên din peyda nabe, û di demeke dirêj de, ev kirîz dê bandora xwe li derûnaiya xelkên deverê bike, û girêdana wan bi civakê ve, dê têk biçe”.

Ji hêla xwe ve, Orşîna Henna, Endama rêvebir di rêxistina Asûrî de, tekez dike ku gelek nakokî di encama kêmbûna avê de, di nav xelkên deverê de çêdibin, pêwîstiya vê yekê bi destêvedaneke bilez heye, bo çareserkirina van nakokiyan, da ku mezintir nebin, û amaje kir bo giringiya rola rêxistinên civaka sivîl û dezgehên ragihandinê di bironîkirina van diyardeyan de, da ku bibe fişarek li ser desthilatdarên xwecihî, bo pêkanîna çareyên pêwîst, wekû nûkirina toreyên avê, û fişara li ser xwediyê sarincan, bo kêmkirina nirxê wan, û daxwaza alîkariyê ji pisporên li derve, bo sûdewergirtina ji çemên Ferat û Dicle.

 Orşîna dibêje “kirîza avê ya ku li taxan çêdibe, weheye pêkvejiyana aştiyane têk bibe, bitaybet, eger ji civakên cuda bin, ji sextê destpê dike, piştî wê şerê bi axaftinê, û di dawî de bikaranîna çekên sipî di rûyê hev de, û ev yek birastî çêbûye, jibo vê yekê, giring e, ev nakokî bên bidawî kirin”.

Rola rêxistinên civaka sivîl li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, dikete di çarçoveya rûniştinn danûstendinê, û komcivînan, libarê rewşa avê û kêmbûna wê, di milê pêkanîna kampaniyên elekitronî de, ku daxwz kir, birîna Tirkiyê ji avê re, were şermezar kirin, wekû Ebas Mûsa diyar dike, û dibêje “daxuyanyek ji hêla hejmarek rêxistinên civaka sivîl ve hate ragihandin, bo şermezarkirina birîna avê ji hêla Tirkiyê ve, û piştgirtina doza avê, di milê rêxistinkirina hin rûniştinên danûstendinê û komcivînan ji hêla hin rêxistinan ve, karek ji hêla rêxistinên civaka sivîl ve hate kirin, lê pêwîstiya vê kirîzê bi karekî mezintir heye, ne tenê di warê têgihiştinê de”.

Di berdewamiya şer û pevçûnên di nav xelkên Hesekê û bajarên din li Bakur û Rojhilatî Sûriyê de, yên ku metirsiyê li ser pêkvejiyana aştiyane çêdike, pêwîste rêveberiya xweser û rêxistinên sivîl, destêvedaneke bilez bikin da ku celxandineke mezintir di civakê de, çênebe, ev yek di rêya avakirina komîteyên taybet yên hişiyarkirina bilez, ku erkên wan, pêşkêşkirina çareseriyan bo dozên ku ziyanan bigihînin civakê, li gor ku Orşîna tekez dike.

Bi par ve bike:

علق تعليق