NEXTEP RÊYÊN PÊKANINA PIROJEYÊN BERHEMDAYINA AVÊ LI BAKUR Û ROJHILATÎ SÛRIYÊ GOTÛBÊJ DIKE

متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English

Rapor: Zozan Hesen

Wergerandina bo Kurdi: Simav Hesen

Rêxistina NEXTEP, bi beşdariya heşt cotkarên ji bajarê Qamişlo, rûniştineke danûstendinê lidarxist, bi armanca gotûbêjkirina rêyên jinûavakirina çanda berhemdayîna avê li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, di milê zehmetyên li pêş pêkanîna van pirojeyan. rûniştin li navenda rêxistina NEXTEP li bajarê Qamişlo di 04/02/2023 bi rê ve çû.

Rûniştina danûstendinê, bi gotûbêjkirina rewşa avê li Bakur û Rojhilatî Sûriyê di salên heştiyê de, dest pê kir, û radeya bandorkirina pirojeyên hikûmeta Sûriyê di salên notî de, li ser cotkaran, di milê sedemên herî giring bo kêmbûna asta avê li deverê de.

Hin ji başdaran dîtin ku di encama pirbûna barîna baranê li Bakur û Rojhilatî Sûriyê di salên heştêyî de, ti giringiya komkirina avê nebû, lê di dema guhertinên bejayî de di destpêka salên notî de, xelkê berê xwe dane kolandina bîran, ev yek bû sedema kêmbûna ava hundirîn.

Beşê din ji beşdaran dîtin ku, nabe sedemên kêmbûna avê bi guhertinên bejayî bi tenê ve werin girêdan, jiber ku sedemên siyasîi ji hêlekê ve, û kiriyarên xelkê yên şaş ji hêleke din ve, roleke mezin leyistin di kêmbûna avê de. Ji wan sedeman, birrîna Tirkiyê ji para Sûriyê ya ava çemê Feratê re, herwiha, kolana zêde ya bîran, tev avdana fereşandinî, ya ku dibe sedema xerabûna axê. Tevaya van sedeman zuhabûn ancam dan, û ziyan gihişte samana giyanwer, û bandoreke neyinî li ser abûrî û jîngeha deverê kir.

Di beşê duyem yê rûniştinê de, beşdaran rêyên jinûavakirina çanda berhemdayina, gotûbêjkirin, û tekez kirin ku pêwiste bersivdayîneke gelêri jêre hebe, wekû mînak bizava Racistanê ya ku vîdiyoyek libarê wê di rûniştinê de hate belavkirin, ku çawa vê bizavê tekeziya karîa jinûavakirina vê çandê bi rêyên nû diyar kir.

Ev yek di milê giringiya jinûhevsengiya di navbera gund û bajarn de, bitaybet, piştî pêla koçberiyê ya mezin ji gundan ber bi bajaran ve, ku bû sedema zêdebûna rêjeya gemarê, û tunebûna xwemalî ji hêla xwarinê ve, û xwegirtina li behnebûnê.

Di dawiya rûniştinê de, beşdar bi hin pêşiniyaran derketin, bo aliyên berpirs, bi armanca bidawîkirina kêmbûna avê, di nav wan pêşiniyaran de, têgehkirina cotkaran bi giringiya pirojeyên berhemdayîna avê, û peydakirina dênan bo wan, bo hêsankirina pêkanîna van pirojeyan, ev yek di milê banga bo sûdwergiritina ji cihên kombûna avê li gelek deverên Bakur û Rojhilatî Sûriyê, bo avdanê, herwiha, karina avakirina bendavê axi li berkaşçûyên ku weheye av lê kom bibin, û zêdekirna şînkayê li deverê.

Tê zanin ku rêxistina NEXTEP di çarçoveya “koma avê bo Rojava” (Water for Rojava) kar dike, ev kom ji rêxistin û kesayetiyên xwecihî û nêvdewletî pêk tê, û bo pêreçûna yek ji encamên komcivîna nêvdewletî ya avê li Bakur û Rojhilaî Sûriyê, hatiye damezrandin, ew encam xwendina karîna pêkanîna pirojeyên berhemdayina avê ye, bo bidawîkirina bandorên neyînî yên kirîza avê ya ku ji çend salan ve li deverê rû da ye, û ev rûniştin beşeke ji keda vê komê.

Bi par ve bike:

علق تعليق