NEXTEP komên kar yên danûstandinê bi gotûbêjkirina ramanên belav di derbarê civaka Kurd de, di çarçoveya projeya “Bila em hev nas bikin” de, bi dawî dike

متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English

Rapor: Arya Hacî

Wergerandina bo Kurdî: Lewend Dawê

Rêxistina NEXTEP komên kar yên danûstandinê di çarçoveya projeya “Bila em hev nas bikin” de, bi dawî kir, ev yek pêk hat bi rêya lidarxistina koma kar ya danûstandinê ji bo sererastkirina ramanên şaş yên belav di derbarê civaka Kurd li herêma Cizîra bakur û rojhilatî Sûriyê de, û bi beşdariya kesayetên civakî ji civaka kurd, û rojnamevan û çalakvanên sivîl ji civakên cuda yên herêmê. Koma kar li bajarê Qamişlo di 28/12/2022 de pêk hat.

Koma kar ya danûstandinê bi gotûbêjkirina sedemên sereke yên lawaziya hevnasîna di navbera civakên herêma Cizîra bakur û rojhilatî Sûriyê de, dest pê kir. Beşdaran hin faktor û sedemên vê yekê anîn ziman mîna rêbazên xwendina dibistanan yên ku tê de civakên cuda yên Sûriyê nedihatin nasandin, û bûyerên dîrokî û komkujiyên ku li ser hin civakên herêmê hatin kirin ku bûn xwedî bandoreke rasterast li ser têkiliyên di navbera wan civakan de.

Herwiha, faktora olî xwedî rol bû di şêweyê têkiliyên di navbera civakên cuda de, û rola malbatê jî hebû ku di piraniya xwe de bû sedema veqetandinê di navbera civakan de. Beşdaran ev yek jî gotûbêj kirin ku pêwîst e her civakek bawerî û rewiştên xwe bide nasîn jibo rakirina dîmenên teşeyî yên ku di hizirên nifşên li pey hev de hatine çandin.

Beşdaran 12 ramanên belav di derbarê civaka Kurdî de gotûbêj kirin li ser bingeha rapirsîna ku 100 kes kiribû armanc ji bo naskirina raman û dîmenên teşeyî yên belavbûyî di derbarê civaka Kurd li herêma Cizîra bakur û rojhilatî Sûriyê de. Ji wan ramanan, ramana belav ya di derbarê awayê nijadperest yê danûstandina civaka kurd bi civakên din re, şêweyê baweriya olî ya li cem civaka Kurd, tunebûna mafên civaka kurd di destûrê de û herwiha, têkiliyên di navbera civaka Erebî û ya Kurdî de.

Herwiha, hawirdora hin ramanên durist yên belav di derbarê civaka Kurd de hatin gotûbêjkirin, mîna yên girêdayî neheqiyên ku li ser civaka kurd li Sûriyê hatin kirin, weke qedexekirina dayîna nasnameya Sûriyê ji wan re û mayîna hin ji wan “bê qeyid” ta dema niha û herwiha, tunebûna mafên civaka Kurdî yên netewî û çandî di destûrê de.

Di nava girûpên kar de, beşdaran behsa şêweyên herî baş jibo dariştina ramanên ku hatin gotûbêjkirin û yên sererastkirî kirin da ku bibin nameyên ragihandinê di çarçoveya kampaniya piştgiriya ragihandinê de, ya ku dê li ser du qonaxan pêk bê. Yekem, bi awayê elektronîk bi rêya belavkirina encamên komên karê danûstandinê di naverokên ragihandinê de li ser malperên dezgehên ragihandinê yên xwecihî de û herwiha, bi rêya malperên kesayetên  aktîv û xwedî bandor li ser medyayên civakî. Duyem, li ser erdê bi rêya belavkirina broşoran li bajarên cuda yên herêma cızîra bakur û rojhilatî Sûriyê bi armanca gihandina ramanên sererastkirî bo hejmara herî zêde ya niştecihên herêmê.

Armanca projeya “Bila em hev nas bikin” ew e ku ramanên şaş werin sererastkirin û dîmenên teşeyî yên derbarê civakên bakur û rojhilatî Sûriyê ji holê rabin. Proje pênc civakan dike armanc (Ereb, Kurd, Ermen, Êzidî û Siryan) da ku hevgirtina civakî bihêz bike û ev yek bibe gavek ber bi avakirina Aştiyê li bakur û rojhilatî Sûriyê.

Bi par ve bike:

علق تعليق