متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English
Wergerandina bo Kurdî: Lewend Dawê
Rapor: Arya Hacî
Rêxistina NEXTEP di lidarxistina komên kar yên danûstandinê di çarçoveya projeya xwe ya “Bila em hev nas bikin” de, berdewam e . Siyasetmedar, rojnamevan û çalakvanên sivîl lı hev kom bûn bi armanca sererastkirina ramanên şaş yên belavbûyî di derbarê civaka Erebî de li herêma Cizîra Bakur û Rojhilatî Sûriyê. Ev koma karê danûstandinê di dîroka 23/12/2022 de, li bajarê Qamişlo pêk hat.
Di destpêka danûstandinê de, beşdaran faktorên sereke yên ku hiştin naskirina civakên Bakur û Rojhilatî Sûriyê ji hev re lawaz be, gotûbêj kirin. Hejmarek faktor hatin gotûbêjkirin weke tunebûna pêşketina zanînê li ser ramanên belavbûyî di derbarê civakên herêmê de, û bijartina rewşa qutbûna ji hev ya di navbera civakan de, olperestî û nijadperestî. Herwiha, pêkanîna siyaseta “ji hev dûr bixe da ku tu tu rê liber nêzîkkirinê bigire” ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve, ku ev yek valahiyeke nasînê di navbera civakên herêmê de çêkir, û ev valahî piştî sala 2011 her û her zêdetir dibe.

Encamên lêpirsîna ku tîma rêxistina NEXTEP amade kiribû, hatin nîşandan da ku ramanên belavbûyî di derbarê civaka Erebî de bên naskirin. Beşdaran 12 raman gotûbêj kirin li ser bingeha lêpirsîna tîma NEXTEP, lêpirsîn 100 kes ji bajarên Cizîra Bakur û Rojhilatî Sûriyê yên cuda kiribû armanc û li gorî wê hin ramanên sereke ev bûn: binavkirina hemû xelkên civaka Erebî bi navê “Şewaya”, têkiliyên ne baş yên di navbera civaka Erebî û ya Kurdî de, şêweyê danûstandina civaka Erebî bi kêşeyên jinan re û qadên herî serek yên ku civaka Erebî tê de bûn navdar. Hemû raman hatin gotûbêjkirin û yên şaş hatin sererastkirin.
Di beşê dawî yê koma kar ya danûstandinê de, kesên amade dabeş bûn bi awayê girûpên kar bi armanca dariştina ramanên ku hatin sererastkirina bi awayê nameyên ragihandinê da ku werin belavkirin di çarçoveya kampaniya piştevaniya elektronîk, ev yek dê pêk were bi hevkariya dezgehên ragihandinê yên xwecihî û kesayetiyên çalak û aktîv li ser medyaya civakî. Herwiha, bi rêya belavkirina Proşoran li deverên herî zindî yên bajarên Cizîra Bakur û Rojhilatî Sûriyê bi armanca gihandina van ramanan bo hejmara herî zêde ji xelkên navçeyên Bakur û Rojhilatî Sûriyê.

Armanca projeya “Bila em hev nas bikin” ew e ku ramanên şaş werin sererastkirin û dîmenên teşeyî yên derbarê civakên Bakur û Rojhilatî Sûriyê ji holê rabin. Proje pênc civakan dike armanc (Ereb, Kurd, Ermen, Êzidî û Siryan) da ku hevgirtina civakî bihêz bike û ev yek bibe gavek ber bi avakirina Aştiyê li Bakur û Rojhilatî Sûriyê.