DAXUYANIYA DAWÎ YA PIROJEYA BILA EM HEV NAS BIKIN

متوفر باللغة العربية أيضاً

Also available in English

QAMIŞLO (19/02/2023)

Di 16ê mijdara 2022an de, di heman roja nêvdewletî ya lêborînê de, rêxistina NEXTEP dest bi pirojeya BILA EM HEV NAS BIKIN kir, bi armanca sererastkirina ramanên şaş û tunekirina dîmenên teşeyî libarê civakên Bakur û Rojhilatî Sûriyê, tev cudabûna wan ya olî yan jî ya netewî, û gihandina ramanên rast bo tevaya civakê, bi armanca bihêzkirina tevcivana civakî, wekû gavekê ber bi avakirina aştiya berdewam li deverên Bakur û Rojhilatî Sûriyê.

Di pirojeyê de, hejmarek ji çalakiyan hatine pêkanîn: 

– pêkanîna 500 rapirsînî, bi têkra 100 rapirsîn bo her civakekê, ev yek bi armanca naskirina ramanên ramanên belav libarê civakên di pirjeyê de armanckirî, û di van rapirsînan de, temen û civakên cuda hatine armanckirin, li heşt bajar û bajarokên devera Cizîrê li Bakur û Rojhilatî Sûriyê.

– pênc komên kar yên danûstendinê hatine lidarxistin, bi armanca gotûbêjkirina ramanên herî belav libarê civakên di pirojeyê de armanckirî, Li gor encamên rapirsînan, û sererastkirina wan, da ku bibin nameyên ragihandinî, û di kempîneke piştgir de, di beşê dawî ji pirojeyê de, werin belavkirin.

Herwiha, rêxistina NEXTEP encamên van komên danûstendinê, bi raya giştî re, bi rêya raporên ragihandinî, parve kir, û li ser rûpelên rêxistinê li ser malperên civakî, belav kir. 

– kempîneke ragihandinê ya piştgir hate lidarxistin, ji naverokeke ragihandinî pêk dihat, ew jî 50 înfografîk, û 5 vîdiyo, bi têkra 10 înfografîk û yek vîdiyo bo her civakeke armanckirî, ew jî bi zaimanên Erebî û Kurdî û Siryanî û Ermanî, di naverokê de jî, sererastkirina ramanên belavbûyî libarê civakên Bakur û Rojhilatî Sûriyê, piştî ku ji hêla kesayetiyên civakî û dezgehên fermî yên ku nûnertiya van civakan dikin, hatine hûrnêrînkirin û erêkirin.

Ev naveroka ragihandinî hate belav kirin, bi hevkariya çar dezgehên ragihandinê yên xwecihî û çalak li deverê, ew jî toreya Aso ya nûçeyan, û Vedeng, û îzgehên Welet û Sûroyo bûn, di milê sê kesayetiyên çalak li ser malperên civakî, ew jî çalakvanê rojnemevanî Egîd Çolî, û birêvebira koma bedewên Rojava Hêlîn Osman, û çalakvanê rojnemevanî Aras Hibo bûn.

– di beşê dawî ji pirojeyê de, 20 hezar piroşor hatine belav kirin, bi têkra 2000 piroşor libarê her civakekê, li Dêrikê, û Girkê Legê, û Çil axa, û Tirbespiyê, û Qamişlo, û Amûdê, û Derbêsiyê, û Hesekê, û Şedadî.

Carên gihiştina naveroka ragihandinî, li ser rûpelên dezgehên ragihandinê û kesayetiyên çalak li ser malperên civakî, gihişte 2,856,641 caran.

Û li ser rûpelên rêxisitina NEXTEP li ser malperên civakî, gihişte 65,497 caran.

Ji çalakiyên paşmayî pirojeya bila em hev nas bikin, lidarxistina kempîneke ragihandinî li ser înternêt, di heman heftiya c,hanî ya aştiya di navbera olan de, li jêr navê “pir rengiya me saman e”, di naveroka wê de jî, name ji hêla kesayetiyên olî yên bi nav û deng ve, hatine belav kirin, ku têde banga bo aştî û nêzîkbûna di navbera alîgirên olan hate kirin, bi armanca bihêzkirina tevcivana ciavakî li Bakur û Rojhilatî Sûriyê.

Herwiha, şeş xelekên îzgehî ji pirogramekî danûstendinê li îzgeha Sûroyo, hatine destnîşan kirin bo gotûbêjkirina ramana pirojeyê, piştî îmze kirina bîrnameyeke lihevkirinê bi rêxistina NEXTEP re.

Rêxistina NEXTEP

Kolana El – Mihdî Bin Bereka (kolana yarîgeha şehîdên 12ê Adarê), Qamişlo, Hesekê, Sûrî

https://www.nextep-org.com

info@nextep-org.com 

00963980384149

Facebook | Twitter | Instagram | Linked in | Telegram | Youtube

Bi par ve bike:

علق تعليق