DAXUYANIYA DAWÎ YA KEMPÎNA “PIR RENGIYA ME SAMAN E”

متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English

QAMIŞLO (25/02/2023)

Di hemdema heftiya cîhanî ya aştiya di navbera olan de, ya ku kete heftiya yekem ji Sibata 2023an de, rêxistina NEXTEP kempîneke ragihandinî ya piştgir pêk anî, li jêr navê “Pir rengiya me saman e”, bi armanca bihêzkirina çanda qebûlkirina yê bi ola xwe cuda ye, û zêdekirina rûbera têkiliyan di navbera alîgirên olan li Bkaur û Rojhilatî Sûriyê.

Kempîn ji hejmar çalakî pêk hat, ew jî:

– pêkanîna hevdîtinên bi vîdiyo bi 5 kesayetiyên olî yên navdar li devera Cizîra Bakur û Rojhlatî Sûriyê, du kesayetî ji ola islamî, û du kesayetî ji ola xiristiyanî, û yek kesayetiya êzîdî), têde nameyên olî şandin, bo banga li aştî û lêborînê, û giringiya nêzîkbûna di navbera alîgirên olan de, yên ku li yek deverê pêkve dijîn.

– amadekirina naverokeke ku ji 10 înfografî pêk tê, li gor nameyên ku ji hêla kesyetiyên armanckirî hatine şandin, bi têkra 2 înfografîk bo her kesayetiyekê.

– amadekirina vîdyoyekê ku di nav de, her pênc hevdîtinên bi kesayetiyên armanckirî, hene.

Naveroka kempînê li ser malperên civakî, li jêr haştaga “Pir rengiya me saman e”, û ev naverok li ser rûpelên rêxistina NEXTEP li ser malperên civakî, gihişte 106,132 caran.

û yek ji serkeftinên vê kempînê, xwebexşiya ajansa VEDENG, bo belavkirina naveroka kempînê, ku li ser rûpelê wan, gihişte 107,129 caran.

Rêxistina NEXTEP

Kolana El – Mihdî Bin Bereka (kolana yarîgeha şehîdên 12ê Adarê), Qamişlo, Hesekê, Sûrî

info@nextep-org.com 

00963980384149

Facebook | Twitter | Instagram | Linked in | Telegram | Youtube

Bi par ve bike:

علق تعليق