Berdewamiya dagerîna çemê Feratê tenduristiya giştî, Samanên Çandinî û giyanewer li Reqayê Dixe Metirsiyê de

متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English

Sulnar Mihemed

Ev kar bi piştevaniya Hevgirtina Ewropî, hatiye berhemdan, ne giring e ku naveroka vî karî, li gorî nêrînên Yekgirtina Ewropî be, ew bi tene berpirsyariya Sulnar Mihemed e, ya ku ev rapor bo hevbeşiya di navbera rêxistina NEXTEP û radyoya WELAT FM re, amade kiriye.

“Me reng dagerînek di bin çavên dayika xwe de dît, li gel êşekê di kêleka wê de, û roj bi roj tenduristiya wê xirabtier dibû, ta ku sedem hate naskirin, vexwarina wê ji ava nepaqij re bû, me ev yek nas kir piştî çûyîna cem bijîşkê pispor”, Nexweşî ne tenê bi dayika “Rîm El selama” ya 32 salî û ji bajarê Reqayê ye re çêbû, lê hin ji malbata wê jî, nemaze zarok bi nexweşiyê ketin, nexweşî di nav wan de belav bû, piştî daketina asta çemê Feratê û bikaranîna ava neherikî ya nepaqij.
Ava Çemê Feratê ya ku ji Turkiyê dertê û di Sûrî û Iraqê re derbas dibe, ji Çileya 2021an ve daketiye. hin pispor û rêxistinên mirovî hiîiyarî dan, derbarê egera rûdana bobelateke mirovî,eger daketina asta çem berdewam bike, ku ev yek gefê li jiyana bi melyonan ji xelkên deverê dike.
“Rîm” ji Radyoya WELAT FM re dibêje ku daketina asta ava çemê Feratê, ew neçar kir ku ava bîran bikar bîne, tevî ku ew av ne paqij e, lê rêjeya gemarê têde ji ava çemê Feratê kêmtir e.
Hin xelkên din berê xwe dane kirîna ava paqijkirî, lê berdewamiya vê kirîzê, dibe astengiyek bo karîna van xelkan ji kirîna ava paqijkirî re, bitaybet ku di rewşeke abûrî ya xirab de derbas dibin.


Lê Elî El Hemûd yê 37 salî û ji gundê Retla li gundewarê Reqayê ye, rastî pirsgirêkên din hat, mîna nexweşiyên roviyan ji zikêşî û navçûna berdewam, tevlî çêbûna keviran di gurçikên wî de, Ew jî di encama zêdebûna nepaqijiya ava vexwarinê de, ya ku digihêje mala wî, ew jî neçar bû ku dermanên paqijkirina roviyan bikar bîne, li gorî şîretên bijîşkê pispor.
El Hemûd diyar kir ku, ava digihêje mala wî pir hindik e, û di encama lawaziya herikîna wê di toreyên ava vexwarinê re, rêjeya kevzik û pilokan têde zêde dibe, û dibe sedema bilindbûna rêjeya belavbûna nexweşiyan.

Derbarê çareseriyên pêşniyarkirî de, Rîm û Elî tekeziyê li ser giringiya pêşxistina alavên paqijkirinê di toreyên avê de, dikin, herwiha, nûkirina avhilmijên kevin û kolandina bîrên parzûnkirî li qiraxên çemê Feratê, da ku avieke zelaltir bigihêje xelkên deverê, li şûna ku av yekser ji çem tê kişandin, ev yek, di milê belavkirina têgihiştinê di nav xelkê de, libarê bikaranîna avê bi wayekî şareza ne.

Di sala 1987an de, Sûriyê peymaneke demkî bi Turkiyê re imze kir, da para Sûriyê ji avê misoger bike, ku 500 mitrên kulbik di yek çirkê de, ji ava çemê Feratê, ji hêla Tirkiyê ve were berdan, beriya ku di sala 1989an de, Sûriyê vê peymanê li UN tomar bike, da ku para xwe ji avê misoger bike, lê ji du salan ve, ava çem dakete 200 Mitirên kulbik di yek Çirkê de, li gorî “Şêx Nebî Xelîl” berpirsê bîroya kar û avdanê ya bi ser komîta çandinî û avdanê li Reqayê.
Di daxuyanyeke taybet de, bo radyoya WELAT FM, di têkiliyekê de, bi rêya WhatsApp re, Xelîl Turkiya tometbar kir, bi kêmkirina para Sûrî û Iraqê ji ava Feratê, û bikaranîna wê wekû fişarekê li ser rêveberiya xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, û şerê wê bi hemû awayan, ji nav wan, kêmkirina para herdû dewletan ji avê ya ku li gor peymanê li ser vê yekê, li hev kiribûn, li gorî gotina wî.
Ji hêla xwe ve, Xelîl El Şêx, rêkxrê rêxistinên bijîşkî di komîteya tenduristiyê de li Reqayê, diyar kir ku, daketina asta ava çemê Feratê, jîngeheke guncaw ji bo çêbûna mîkrop û bektîriyayên ziyander, peyda kir, û sedemên zêdebûna wan ew bû, lawaziya herikîna avê, ev yek bû sedema belavbûna nexweşiyên kulbûna gede û roviyan, bi taybetî di nav zarokan de, rêjeya zarokên ku bi kulbûna gede û roviyan ketine gihiştiye (70%) li beramberî nexweşiyên din, asta nexwşiyê jî dinavbera nîvçe û giran de ye.


Û di demekê de, ku hejmara pêketên nexweşiyên gemara avê de, zêde dibe,li navendên tendirustiyê yên bajarê Reqayê, dermanên pêwîst, kêm peyda dibin, li gorî “El Şêx”.
Bandora daketina ava Feratê li ser çandiniyê
“Têkiliya cotkar bi erdê re, têkeliya hezkirin û hebûnê ye, û bi daketina ava Feratê re, em di rojên zehmet re derbas bûn, gava min li zemîna xwe dinêrî bê çawa bûye beyar, min hest pê dikir wekû zarokeke min nexweş be û ez nikarim derman jêre peyda bikim”, weha cotkar “Xelef El Belaw” rewşa zemîna xwe, piştî daketina ava Feratê şîrove kir.
Belawê 47 salî, ku ew ji xelkên gundê Retlayê yê li gundewarê Reqayê, dibêje ku ji berî du salan ve, wî dev ji çandina erdê xwe yê 50 donim berdaye, di encama daketina ava çemê Feratê de, wî du caran jî hewilda ku bîrekê bikole, lê hewldanên wî têkçûn, lewra wî bîra cîranê xwe bi karanî, lê lêçûna wê ne li gorî berhemdayîna erdê wî bû, di encamê de, ziyaneke mezin gihişte wî, lewra ji wê demê ve, wî dest ji çandina erdê xwe berda.

Di deh salên dawî de, û di encama guhertinên bejayî, û kêmbarîna baranê de, herwiha, kêmkirina Turkiyê ji para Iraq û Sûriyê re, ji berî du salan ve, ava çemê Feratê hin bi hin daket, vê yekê bi awayekî yekser bandor li warê çandiniyê kir, ji ber ava çem daket jêr asta satsyonên avdanê, vê yekê cotkaran neçar kir ku berê xwe bidin çareseriyên demkî, mîna dirêjkirina boriyên kişandina avê, û astengkirina ava çem, da ku asta wê bilind bibe û bigihêje avhilmijên ku li ser stasyonan hatine danîn, li gorî Belaw, yê ku diyar kir ku daketina asta çem bandor li ava jêrzemînê jî kiriye, ya ku cotkar bikar tînin, di rêya kolandina bîran re, ev yek bar li ser milên wan, girantir kir, bi sedema pêwîstiya wan bi siwarkirina xwegêrên Dîzil, û dirêjkirina toreyên avê, bo çandina erdên wan.
Bi daketina asta ava Feratê re, çandiyarên Reqayê berê xwe dane çandina berhemên zivistanî yên ku pêwistiya wan kêm bi avê heye, mîna genim, ew jî li ser hisabê berhemên stratîjîk mîna, pembû, û garis û şînkayên havînî, yên ku pêwistiya wan bi avdaneke zêde heye bû, li gorî Belaw.

Ji hêla xwe ve, “Şêx Nebî Xelîl” berpirsê bîroya karkirin û avdanê di komîteya çandiniyê li Reqayê, diyar kir ku daketina ava çemê Feratê ji sala 2018an ve destpê kir, lê rêjeya barîna baranê di 2019an de pir bilind bû û bandor li karê bendavan nekir. Lê di salên 2020-2021-2022a de, careke din ava çem daket asteke pir nizim, asta bendava “Tişrînê” daket jêr (7) mitreyan, û bendava “Tebqayê” daket jêr ( 5) mitreyan, vê daketinê yekser bandor li karê bendavan kir, û karîna wan ya dana elekitrîkê, û kişandina avê ji bo avdana erdan, bi paş de vegeriya, herwiha, av jî nepaqij bû, lewra nexweşî di nav xelkêde belav bûn, Li gorî ku Xelîl dibêje.
Xelîl herwiha got ku, karîna hilanîna avê li bendava Tişrînê berî 2011an, yek milyar û (900) melyon mitirên kulbik bû, lê niha vegeriyaye yek milyarî, û ava hilandî di bendava Tebqayê de ji (14) milyar û (160) melyon mitirên kulbik daketiye (11) milyar mitirên kulbik, ev daketin bû sedema kêmbûna erdên çandiniyê yên avdayî , û ji (93) hezar hêktaran gihişte (79) hezar hêktar.
Libarê karên bîroya kar û avdanê, ji bo sivikkirina bandora kêmbûna avê, Xelîl tekez kir ku wan pilana çandiniyê pêk anîne, û ektîvkirina navendên lêkolînên zanistî bo çandina berhemên ku ji tîbûnê re, xwebergirtî ne, nemaze yên zivistanî da ku sûdê ji ava baranê werbigirin, herwiha, wan têkilî bi encumenên xwecihî re kirine, da ku kirîza avê ji wan re şirove bikin, bi armanca ku xelk bi şarezahî avê bikar bînin, herwiha, bikaranîna rêyên avdanê yên nûjen, rolek di ragirtina avê de, bi rêjeya 50% lîst.

Samana giyanewer, herî zêde ziyan ji kirîza avê dîtiye
Piştî ku ji bav û kalên xwe, beşbirî bû, Mihemed El Ibrahîm yê 56 salî, dihizre ku karê xwe yê xwedîkirina sewalan biguhere, ew jî ji ber daketina ava çemê Feratê, ku bandor li peydabûna av û çêreya sewalên wî kiriye.
El Ibrahîm dibêje “Ez dihizirim ku tevaya pezên xwe bifroşim, û li jêdereke din ya debara jiyanê bigerim, ji ber ku nirxê sewalan daketiye, û nirxê kirîna sarincên avê ji bo avdana wan buha bûye, tiştê ku dihêle ez di biryara xwe de dudil bim, ez nizanim karekî din bikim, û ji ber min ev kar ji malbata xwe, ji bav û kalên xwe wergirtiye”.
El Ibrahîm penaberekî ji parêzgeha Himsê ye, û li devera Keramê ya li gundewarê Reqayê bi cih bûye, ew neçare ji bo dabînkirina çêrgeh û avê ji sewalên xwe re, ji cihekî veguheze cihekî din, vê yekê bandoreke neyînî li rewşa wî ya aborî kiriye, ji ber ew sermiyanê malbaatekê ye ku ji 14 kesan pêk tê.
Pezê Ibrahîm bi nexweşiya “Pastrêla” ketin, ew jî nexweşiyeke bektêrî bihindayî û pejîkî ye, bi awayê jehriya xwînê, yan jî kulbûna pişkê, tê xuyakirin, kirîza avê jî ev nexweşî zêdetir belav kir, ji ber wî ava sarincan ji bo pezê xwe bi kar anî, û ji ber sarinc bi derengî digihiştin, ev bû sedema mirina pênc serî pezên wî.
Rewş li cem Ehmed El Xelef yê 43 salî, ne cuda ye, ew jî xwediyê pez e, ji gundê El Sehil yê girêdayî gundewarê Reqayê, ew xwe dispêre ava sarincan ji bo avdana sewalên xwe, lê çend nexweşî di nav pezê wî de belav bûn, ji wan nexweşiyek navê wê (Ebû Rifêş) e, ev nexweşî ji ber ava nepaqij çêdibe, û kulbûnê di roviyên pez de çêdike û wan dikuje, zêdetirî 25 serî ji pezên wî bi vê nexweşiyê ketin, 18 ji wan mirin.
Di heyama du salan de, hejmara seriyên pezê El Xelef ji 400 serî daket 150 serî, ji ber ku ew neçar bû beşekî ji wan bifroşe da ku êm ji yên mayî re peyda bike, ew jî ji ber kêmbûna rûberên çêrgehên siruştî, bitaybetî li qiraxên çemê Feratê.
Xudankerên sewalan daxwaz li aliyên berpirs û rêxistinên xwedî rol kirin, ku bîran bikolin, û sarinacan li beristanê peyda bikin, di milê piştgiriya xudankerên sewalan, û pêşkêşkirina vaksînên bê beramber, yan jî yên arzan.
Munzir Rifet El Salih, cîgirê hevserokê komîteya çandinî û avdanê, û serperiştê samana giyanewer li Reqayê, xerabiya rewşa samana giyanewer vegerand bo bilindbûna buhayê êm û temamkerên êmî, di heman demê de bandora wan bi daketina ava Feratê red kir, dêmek xwedîkerên sewalan xwe dispêrin ava sarincan û kenalên avdanê ji bo ku pezên xwe av bidin.

Bi bilindbûna buhayê êm û kêmpeydabûna wê re, xwediyên pez berê xwe didin dabînkirina erdên çandî berî çinîna berhemên wê, da ku êm jibo pezên xwe peyda bikin, lê buhayê donimekî digihêje 500 hezar lîreyên Sûrî, ev yek êşa xwedîkerên pez zêde dike, jiber ku gelek ji wan nikarin erd ji bo pezên xwe bigirin, ne jî êm ji wan re bikirin, û ev bandorê li tenduristiya pezê wan dike, û yekser bandorê li dana şîr û çêlîkan dike.
di vê salê de, rêjeya mirina çêlîkên pez yên nû çêbûyî, gihişte 65% ji hejmara wan ya giştî, ew jî di encama kêmbûna şîrê guhanên mihan de, û zêdebûna nexweşiyên mîna “Toksoplazma” û “Taya Maltî”, Li gorî ku El Salih dibêje.
Di dawiya axaftina xwe deö di têkiliyekê de, bi rçya WhatsApp, El Saih ji Radyoya WELAT FM re amaje kir ku masî jî pir ziyan dîtin, ta radeya ku hin cureyên wan bi carekê re nemane, herwiha hemû heyînên zindî yên ku di ava çemê Feratê de dijîn, bi daketina ava bandor girtine.

Di dema ku daketina ava çemê Feratê berdewam e, û çareseriyên bi sûde ji hêla rêveberiya rweser ve ta niha ne peyda ne, dibe ku deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nemaze bajarê Reqayê û gundewarên wê, tûşî bobelateke mirovî bibinو ثw jî ji ber zêdebûna nexweşiyên di encama nepaqijiya avê de, û kêmpeydabûna pêdiviyên bijîşkî, herwiha, derdora du melyon û (800) hezar serî pez, û (32) hezar serî deve û (15) hezar serî çêlek di bin gefê de ne, heman gef li pêşberî çandiniyê ye jî, çandinî û samana giyanewerî, her du war ji bo debara jiyana xelkên Reqayê jêderên sereke ne.

Bi par ve bike:

علق تعليق