متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English
Rapor: Zozan Hesen
Wergerandina bo Kurdî: Lewend Dawê
ܗܘܢܐ ܡܠܠܘܐ ܐܝܬܼܝܐ ܐܦ ܒܠܫܢܐ ܣܪܝܝܐ
Նյութը հասանելի է նաև հայերենով
Ev rapor hatiye amadekirin di çarçoveya projeya “Bila em hev nas bikin” de ya ku rêxistina NEXTEP pêk tîne bi armanca sererastkirina ramanên şaş û rakirina dîmenên teşeyî yên belav di derbarê civakên bakur û rojhilatî Sûriyê de.
Tevî xuyabûna pirrengiya li navçeyên bakur û rojhilatî Sûriyê ku ev dever civakên xwedî ol û netewên cuda dihewîne, lê ta niha hebûna van civakan li ser yek xakê bi awayekî baş nehatiye bikaranîn ji bo xurtkirina hevnasîna di navbera wan de û ev yek li hejmarek sedeman vedigere. Valahiya hevnasîna di navbera wan de ber bi zêdebûnê ve diçû û ev yek bû sedema derketina dîmenên teşeyî û ramanên şaş di navbera xelkên van civakan de.
Dîmenên teşeyî û ramanên şaş bi gelek şêweyan ev civak dan nasîn li gorî girêdanên netewî, olî û yên siyasî jî. Tevî ku carinan wateyên pozîtîv di wan danasînan de hebûn, lê dibe ku ev dîmenên teşeyî û ramanên şaş metirsiyekê çêbikin di sazkirina têkiliyên di navbera van civakan de û bi vê yekê metirsiyek li ser rewşa hevgirtina civakî ya heyî çê bibe.
Herêma Cizîrê ya bakur û rojhilatî Sûriyê modeleke pirrengiyê ye, ev yek ji ber hebûna têkelek ji civakên olî weke Xisilman, xiristiyan, Êzidî û yên din, herwiha hebûna civakên netew weke Kurd, Ereb, Suriyan, Aşûr, Ermen û yên din. Tevî vê pirrengiya ku jiyana hevbeş ya salên dûdirêj diyar dike, gelek ramanên şaş û dîmenên teşeyî di navbera wan de hene û ev yek bêyî ku kurbûn di naverok û lêvegera wan raman û dîmenan de hebe û ew bûne weke rêgezên ku nayên guhertin.
Çawa civakên bakur û rojhilatî Sûriyê dîmenên teşeyî wergirtin? Û çi encamên wê bûn?
Dibe ku hejmarek sedem hebin ji bo derketina dîmeneke teşeyî yan ramaneke şaş di derbarê civakekê de. Dibe ku ev yek ji malbatê yan ji Ragihandinê hatibe wergirtin, yan jî dibe ku di encama bûyerên dîrokî yên rastî hinek civakan hatin de hatibe wergirtin û bûn sedema bandorên demdirêj û destnîşankirina awayê têkiliyên di nava civakekê de yan di navbera civakên li rex hev de.
Di vê derbarê û di dema dawî de, rêxistina NEXTEP dest bi projeyekê bi navê “Bila em hev nas bikin”, kir di heman roja cîhanî ya lêborînê de ango di 16’ê Mijdarê de. NEXTEP pênc civakên sereke li navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê kirin armanc, ev bûn: Êzidî, Suriyan, Ermen, Ereb û Kurd.
Proje kar dike ji bo sererastkirina ramanên şaş û dîmenên teşeyî yên belav di derbarê civakên bakur û rojhilatî Sûriyê de bi armanca xurtkirina hevgirtina civakî ku bibe weke gavekê ber bi avakirina Aştiyê li bakur û rojhilatî Sûriyê ve.
Rêxistinê di çarçoveya projeyê de hejmarek komên karê danûstandinê li dar xist, tê de sedemên sereke yên lawaziya hevnasîna di navbera civakan de hatin gotûbêjkirin, û encam ew bû ku gelek sedem û faktorên vê yekê hene weke siyasetên dûrxistina piraniya civakên herêmê ku ji aliyê Hikûmeta Sûriyê ve hat pêkanîn, rola olan, neheqiyên ku rastî hin civakan hatin, xwedîkirina malbatê, herwiha rola negetîv ya hin kesên oldar û rêbazên xwendinê yên ku civakên herêmê didin nasîn.
Li gorî Kohar Xecadoriyan; hevseroka encumena xwecihî ya ermenî, siyaseta “Ji hev dûr bixe ji bo tu serwer bî” ya ku hat bikaranîn ji aliyê hikûmetên li pey hev di sed salî de, bû sedema parçebûna di navbera civakên herêmê de.
Herwiha, Kohar dibîne ku “Neheqiyên dîrokî yên ku rastî hin civakan hatin” rolek lîstin di çêkirina dûrbûnê di navbera civakên xwedî netew û olên ji hev cuda de, û bûn sedema tenêmayîna hin civakan ji ber tunebûna baweriya bi hev.
Çalakvanê siyasî Amir al-Şêx Helûş ji aliyê xwe ve dibîne ku li Sûriyê axaftina niştîmanî ya hevpar tune bû, û ev bû sedema ku her civakek bi tena xwe bimîne. Lê tevî vê yekê û ji ber mîrasê çandî yê niştecihên herêmê, her tişt têk neçû û hin kesayetên oldar, rûspî û rewşenbîr bûn rêgirek aştiyane ji bo birêvebirina pirrengiyê bi zirarên herî kêm.
Amir di derbarê dûrbûna di navbera civakên Cizîra bakur û rojhilatî Sûriyê de dibêje ku rewşa civakê ya berê û tunebûna ragihandinê bi awayekî tersî bajarên mezin yên Sûriyê, bûn sedem ku ev civak bi xurtî bi hev ve neyên girêdan.
Rola alavên Ragihandinê û rêzefilman di çêkirina dîmenên teşeyî yan rakirina wan di derbarê civakê herêmê de
Alavên ragihandinê û rêzefilm bi awayekî rasterast yan ne rasterast bandorê li ser çêkirina nêrînên xelkê di derbarê civakên yek herêmê de dikin. Dîmenên teşeyî yên negetîv yan ramanên şaş çêdibin dema ku li ser hin ramanên taybet were sekinandin û ew raman di nava civakê de bên bicihkirin ya jî dema ku hin pêkhateyên civakê werin paşguhkirin û li bawerî û çanda wan neyê meyizandin.
Li gorî nêrîna rojnamevan Sîmav Hesen, alavên ragihandinê mijarên hestiyar negirtin dest ji bo bilindkirina asta zanînê, û tenê man di çarçoveya “Em hemû ji hev hez dikin” de bêyî ku li ser rayên wê hezkirinê bixebitin. Her civakek herêma Cizîrê xwedî dîrokeke cuda ye û her civakek rastî binpêkirinekê hatiye ku ta niha bandorên wê hene.
Li gel ragihandinê, rêzefilma sûrî hin nimûneyên rewş û jiyana civakên Sûriyê pêşkêş kirin, û ji ber ku hejmara van karên televizyonê zêde ye û di vê serdemê de bûne bi awayekî bêhtir peydabûyî ji hemû temenan re bi rêya medyaya civakî, ev bûye sedem ku kesên li wan temaşe dikin raman û nêrînên demdirêj, jê digirin.
Di vê derbarê de, Roşeng Silêman ku yek ji niştecihên Qamişlo ye, dibêje ku Ragihandin û Rêzefilm zanîna xelkê kontrol kirin û ji ber rêbaza teşeyî ya veguhestina rewşê û şîrovekirina wê û paşguhkirina piraniya civakên Cizîrê û danasîna wan bi awayekî teşeyî, weke nimûne ta niha çêkerên rêzefilman civakên Cizîrê didin nasîn ku ew tenê di çandinî û şivantiyê de kar dikin bêyî ku di ber çavan re pêşketina li herêmê çêbûyî, bê derbaskirin û ev yek li gorî Roşeng bû sedem ku dîmenên teşeyî û yên nîvçe di derbarê civakên herêmê de belav bibin.
Di heman mijarê de, Galînos Îsa yê ku rêvebir e di kanala Soroyo de dibîne ku dema ragihandin bibe aliyê civakekê, ev yek li cem civakên din hestên dûrxistinê û ne peydabûna mafên çandî derdixe holê. Ev bû alîkar di çêkirina dîmenên teşeyî yên ne durist û ramanên şaş.
Herwiha, berdewam dike û dibêje ku di encama lawaziya hevnasîna civakan de raman û baweriyên şaş derketin holê û belav bûn bêyî ku lêkolîn di derbarê koka wan de werin kirin. Weke nimûne, ramana belav ya ku dibêje civakên Suriyan û Ermenî xwedî taybetmendî bûn û ne weke civakên din bûn, nemaze di warê xwendina bi zimanê xwe de, lê rastî ew e ku hejmarek mezin ji wan ta niha di zimanê xwe de ne serbest in. Galînos diyar kir ku hikûmeta Sûriyê rê da zimanên Suriyanî û Ermenî ku tenê bi awayekî sînordar werin xwendin û ev yek rê neda xelkên herdu civakan da ku çand û dîroka xwe li gorî ku tê xwestin nas bikin.
Rakirina dîmenên teşeyî gaveke ber bi avakirina Aştiyê ve
Li gorî nivîskar Faris Osman, baştirîn rêbazên rakirina dîmenên teşeyî yên belav di derbarê civakên bakur û rojhilatî Sûriyê de ew e ku bingehên nû ji bo xwendin û saziyên fêrkirinê werin danîn, ev yek bi rêya rêbazên fêrkirinê yên ku giringî û xweşikbûna pirrengî û naskirina kesên din didin xuyakirin.
Lê Sîmav Hesen dibîne ku erkê civakan bi xwe ye ku kar bikin û ji xwe dest pê bikin da ku ramanên şaş sererast bikin, ew ramanên ku nezanî bingeha wan e.
Ji aliyê xwe ve, Galînos Îsa dibîne ku divê karê ji bo avakirina Aştiyê hevbeş be di navbera Ragihandin û saziyên civakê de û heman tişt li ser asta hikûmetê jî, divê hikûmet zagonan derxîne û pêk bîne di pratîkê de, û rê li pêşiya kesên pispor veke da ku bingehên zanîn û hişyarkirinê bi awayekî durist deynin ji bo encamên baş werin bidestxistin.
Di heman mijarê de, Roşeng diyar dike ku pêşketina di medyaya civakî de çêbûye û pêşwazîkirina xelkê ji hejmarek mezin ya agahî û wêneyan bi awayekî rojane, ev yek dike erk li ser alavên ragihandinê da ku axaftin û zanyariyên rast û durist di derbarê hemû pêkhateyan de pêşkêş bikin.
Afirandina bingeh û qadên gotûbêjê di navbera xelkên civakên bakur û rojhilatî Sûriyê di derbarê kêşeyên ku salên dûdirê weke xêzên sor dihatin naskirin, gaveke ber bi bicihkirina çanda pejirandina hev û xwepêdîtinê, ji ber vê yekê pêwîst e rêbendên ramanên şaş û dîmenên teşeyî werin derbaskirin ji bo pêşxistina civakê û gihiştina Aştiya mayinde