NEXTEP ramanên herî belav libarê civaka Suriyanî di çarçoveya projeya “Bila em hev nas bikin” de, gotûbêj dike

متوفر باللغة العربية أيضاً
Also available in English

Rapor: Arya Hacî

Wergerandina bo Kurdî: Lewend Dawê 

Rêxistina NEXTEP duyemîn koma kar bo danûstendinê di çarçoveya projeya “Bila em hev nas bikin” de lidarxist, bi armanca sererastkirina ramanên şaş û da ku dîmenên teşeyî yên belavbûyî di derbarê civaka Suriyanî de li bajarên Cizîra Bakur û Rojhilatî Sûriyê ji holê werin rakirin, ev yek bi amadebûna kesayetiyên civakî ji civaka Suriyanî, siyasetmedar, rojnamevan û çalakvanên sivîl li bajarê Qamişlo di 10/12/2022 de, bi rê ve çû.

Di destpêka koma kar bo danûstendinê de, kesên amade sedem û faktorên sereke yên ku hiştin naskirina civakên Bakur û Rojhilatî Sûriyê ji hev re lawaz bibe, gotûbêj kirin, tevî ku hemû civak di yek herêmê de ne. Sedem li gorî beşdaran bi kurtasî ev bûn: Sûdwergirtina hikûmeta Sûriyê ji vqetandina di navbera civakan de jibo pêkanîna berjewendiyên xwe, û goşegîriya civakên ku weke “Kêmjimar” tên dîtin û ne ahengiya bi civakên din re, herwiha, rêbazên fêrkirinê yên ku civak ne weke hev didîtin, û pêkanîna siyaseta “ji hev dûr bixe da ku tu rê lıber nêzîkkırınê bıgıre” ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve dinavbera civakên deverê de yên ku di aliyên netew û olê de, ji hev cuda ne.

Rola ne xuyayî ya rêxistinên civaka sivîl ku erka wan nêzîkkirina civakên ji hev cuda ye, bû sedemeke lawaziya naskirina civakan ji hev re, herwiha, tevlihevkirina ol û netewê bû dîwarekî asteng di navbera civakên herêmê de, li gorî nêrînên hin beşdaran.

Di beşê duyem yê koma kar bo danûstendinê de, 12 raman hatin gotûbêjkirin li ser bingeha encamên lêpirsîna ku zêdetirî 100 kesî ji bajarên deverê kir armanc, da ku ramanên herî belavbûyî li derdora civaka Suriyanî li herêma Cizîra Bakur û Rojhilatî Sûriyê werin naskirin û ji aliyê beşdaran ve werin sererastkirin û dîmenên teşeyî ji holê werin rakirin.

Ji ramanên ku herî zêde hatin gotûbêjkirin ew bû ku civaka Suriyanî goşegêrî ye û bi awayekî nijadperest danûstandinê bi derdorê re dike. Beşdaran tekez kirin ku beşê yekem ji vê ramanê heta astekê rast e, û sedemên vê yekê ev in: neheqiyên dîrokî yên ku li ser civaka Suriyanî hatine kirin, û cîbcîkirina desthilata ola tekane ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve û tunebûna dewleta hemwelatîbûnê, lê tevî wilo civaka Suriyanî vekirî ye li ser civakên din û xwedî rol e di pêşketina herêmê de di aliyên xwendin, bazirganî û pîşesaziyê de.

Di beşê dawî yê koma kar bo danûstendinê de, kesên amade dabeş bûn bi awayê girûpên kar bi armanca dariştina ramanên ku hatine gotûbêjkirin û sererastkirina wan bo nameyên ragihandinê da ku bikevin naveroka rojnemevanî de ya ku ji komên kar derdikevin, û dê ê di çarçoveya kampaniya piştevaniya elektronîk û ya li ser erdê de, bêne belavkirin.

Armanca projeya “Bila em hev nas bikin” ew e ku ramanên şaş werin sererastkirin û dîmenên teşeyî yên derbarê civakên Bakur û Rojhilatî Sûriyê ji holê rabin. Proje pênc civakan dike armanc (Ereb, Kurd, Ermen, Êzidî û Suryan) da ku hevgirtina civakî bihêz bike û ev yek bibe gavek ber bi avakirina Aştiyê li Bakur û Rojhilatî Sûriyê.

Bi par ve bike:

علق تعليق